Êrîşên li dijî HDP'ê hatin protestokirin

Êrîş û hewldanên komkujiyê yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Isparta û Sêrtê hatin protestokirin. Di çalakiyan de hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin û hişyariya 'Sebra me difûre' hat dayîn.

Êrîşên li dijî HDP'ê hatin protestokirin
Êrîş û hewldanên komkujiyê yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Isparta û Sêrtê hatin protestokirin. Di çalakiyan de hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin û hişyariya 'Sebra me difûre' hat dayîn.


ISPARTA:
 Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Ispartayê, li ber buroya hilbijartinê ya navendê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên demên dawî yên li hemberî xebatên hilbijartinê yên partiya wan, şermezar kir. Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Haznî Arslan di axaftina xwe ya li vir de diyar kri ku Projeya Jiyana Nû ya HDP'ê li eleqeyeke mezin rast tê û ji ber ku AKP a xwedî xeyala serokatiyê ye ditirsîne, partiya wan her tim hedef tên girtin. Arslan anî ziman ku mîna li gele bajaran li Ispartayê jî êrîşên li hemberî HDP'ê her roj zêde dibin û destnîşan kir ku Walîtî û polîs bi xemsarî nêzî van êrîşan dibin. Arslan destnîşan kir ku çavê wan wê ji êrîşan netirse û heta dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin.

SÊRT: Li bajarokê Civanîka yê Sêrtê jî, girseya gel êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Sêrtê Abdûllah Çetîn li ber Mala Gel a Civanîka daxuyanî da, bal kişand ser provokasyonên AKP'ê û got, "Ji bo ev pêvajo xera nebe, HPG û gelê sivîl bû mertalê zindî. Ev jî têra wan nekir, niha li hemberî buroyên HDP'ê êrîşên bombeyî dikin. Bi van êrîşan re sebra me diceribînin. Lê belê sebra me bi gotineke ji Îmraliyê bê ve girêdayî ye."

Güncelleme Tarihi: 22 Mayıs 2015, 15:01
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER