Rêyên Mebrûka ketin bin kontrola YPG/YPJ'ê

Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, şevê din 2 gundên din jî rizgar kirin û hemû rêyên diçin bajarokê Mebrûka kontrol kirin.

Rêyên Mebrûka ketin bin kontrola YPG/YPJ'ê
Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, şevê din 2 gundên din jî rizgar kirin û hemû rêyên diçin bajarokê Mebrûka kontrol kirin.


Li gorî agahiyê ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandin, şervanên YPG/YPJ'ê operasyonên xwe yên di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo  de, li herêma Mebrûka zêde kirine.

Şervanên YPG/YPJ'ê şevê din li gundên Til Kilîa û Şara yên di navbera bajarokê Mebruka û sînorê Bakurê Kurdistanê de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê derketin operasyonê. Di encama operasyonê de  gundê Til Kilîa ku 8.7 kîlometre li bakurrojhilatê Mebrûka ye û gundê Şara ku 4.7 km li bakurê Mebrûka ye, ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha derbên giran li çeteyan hatin xistin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Bi vî rengî hemû rêyên ku diçin bajarokê Mebrûka ketin bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê.

Şervanan 3 roj berê gundên Ebu Şexat û Ebu Cidul û duh jî girê li dora Ebu Şexat ji çeteyan rizgar kiribûn û bajarokê Mebrûka yê li başûrrojavayê Serêkaniyê dorpêç kiribûn. Ceyrana ku ji bendava Reqayê tê li bajarokê Mebrûka li kantona Cizîrê tê belavkirin. Her wiha li ser rêya Reqa û Til Ebyadê ye. Lewre jî ji bo çeteyan navendeke stratejîk û baregehek e.

Güncelleme Tarihi: 26 Mayıs 2015, 13:14
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER