Şandeya MAG’ê derbasî Kobanê bû

Şandeyek Gruba Şêwirmendên Mayinan (MAG) ku navenda wê li Birîtanyayê ye, ji bo alîkariya piqajikirina mayinan, derbasî Kantona Kobanê bû.

Şandeya MAG’ê derbasî Kobanê bû

Şandeya ku ji 2 kesan pêk tê, îro di Deriyê Sînor ê Murştpînar ê di navbera Bakûrê Kurdistanê û Rojava de, derbasî Kobanê bû. Şande ji aliyê Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen û cîgirê wî Ocelan Îso ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê şande derbasî navenda Desteya Parastinê bû. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew tevî alavên ji bo keşifkirina cihê mayînan hatin Kobanê.

Şande wê 15 rojan li Kantona Kobanê xebatên xwe bimeşîne, piştre jî dê li ser xebatên xwe raporekê amade bike û pêşkêşî navenda MAG’ê bike.

Güncelleme Tarihi: 14 Nisan 2015, 15:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER