Şervanê YPG'ê yê Hollandî: Dilê min li wir ma

Şervanê YPG'ê Richard Jansen ê Hollandî, ku di pevçûnên li Şengalê de birîndar bû û ji bo tedawîkirinê anîn Ewropayê got, "Ji ber ku bûm parçeyek ji têkoşîna rûmetê ya Kurdan, kêfxweş im. Zû birîndar bûm. Ji ber ku têkoşîna min nîvco ma, xemgîn im."

Şervanê YPG'ê yê Hollandî: Dilê min li wir ma
 Şervanê YPG'ê Richard Jansen ê Hollandî, ku di pevçûnên li Şengalê de birîndar bû û ji bo tedawîkirinê anîn Ewropayê got, "Ji ber ku bûm parçeyek ji têkoşîna rûmetê ya Kurdan, kêfxweş im. Zû birîndar bûm. Ji ber ku têkoşîna min nîvco ma, xemgîn im."

Richard Jansen ê li bajarokê Schiadam ê paytexta Hollanda Amsterdamê dijî, beriya niha bi çar meh û nîvan, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê bala wî kişand û tevlî refên YPG'ê bû. Jansen ku navê Serdar Botan li xwe kir, dema li Şengalê şer dikir ji ber ku topeke hawanê li mewziya lê bû ket, birîndar bû. Di bûyera beriya meh û nîvekê qewimî de, ji ber parçeyek li serê wî ket Jansen aliyê xwe yê çepê nikare baş bikar bîne. Lewma ji bo bê tedawîkirin îro danê sibê bi balafireke ji Başûrê Kurdistanê rabû, anîn bajarê Elmanya Dusseldorfê.

BI UNÎFORMAYÊ XWE YÊ YPG'Ê HAT

Jansen ê bi unîformayê xwe yê YPG'ê û rozetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê bi sînga wî vekirî hat, nûnerên PYD'ê jî di nav de ji aliyê gelek kesî ve hat pêşwazîkirin. Çapemeniya Hollandayê jî anîna Jansen şopand.

Jansen ji Dusseldorfê birin Aachenê û wê li Uni Klinikê tê tedawîkirin.

KURDISTAN DI NAVENDA DILÊ MIN DE YE

Jansen li Nexweşxaneyê bi kurtasî hestên xwe ji ANF'ê re anî ziman û got, "Ji ber ku zû birîndar bûm û têkoşîna min nîvco ma, xemgîn im. Dilê min li wir ma."

Jansen diyar kir ku divê her kes li dijî DAIŞ'ê têbikoşe û Kurd jî li hemberî DAIŞ'ê têkoşîna rûmetê dimeşînin û got, "Ji ber ku ez jî bûm parçeyek ji vê têkoşînê, kêfxweş im. Hêvîdarim wê Serok Apo di demeke nêz de azad bibe. Kurdistan li nava dilê min, li navenda dilê min de ye."

Bav Leo Jansen jî da xuyakirin, ku ew ne poşmanin ji ber kurê wî li cem gelê Kurd şer kiriye û destnîşan kir, ku divê her kes li cem gelê Kurd têbikoşe.

Güncelleme Tarihi: 20 Şubat 2015, 16:44
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER