Şoreşa jinê ya li Rojava di rojeva Forûma Civakî ya Cîhanê de ye

Şoreşa Rojava û Berxwedana Jinên Kurd, mora xwe li 12. Forûma Civakî ya Cîhanê xist, ku di 24'ê Adarê de li Tûnisê destpê kir.

Şoreşa jinê ya li Rojava di rojeva Forûma Civakî ya Cîhanê de ye
 Şoreşa Rojava û Berxwedana Jinên Kurd, mora xwe li 12. Forûma Civakî ya Cîhanê xist, ku di 24'ê Adarê de li Tûnisê destpê kir. Delegasyona ji 13 kesî, ku nûnerên Kurdish Network û Forûma Civakî ya Mezopotamyayê di nav de cih digirin, di çarçoveya çalakiyan de Şoreşa Jinê û Rojava, proejya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji beşdarên forûmê re radigihîne.


12. Forûma Civakî ya Cîhanê di 24'ê Adarê de li paytexta Tûnis Tûnisê, bi meşa ber bi Muzeya Bardo ya li êrîşa DAIŞ'ê rast hatibû, destpê kir. Di forûmê de ji 121 welatan 5 hezar rêxistinên civakî yên sivîl li hev civiyan. Di delegasyona Kurdan a ji 13 kesî de, nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê cih girtin. Di nava delegasyona li ser navê Kurdish Network û Forûma Civakî ya Mezopotamya de, nûnerên Kantona Kobanê, Tevgera Jinên Kurd, KNK û PYD'ê cih digirin.

PROJEA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A OCALAN

Di çalakiyên Forûma Civakî ya 12. de wê li ser mijarên; polîtîkayên neo lîberalîzm, jin, ekolojî û mafên mirovan nîqaş werin meşandin. Nûnerên li ser navê delegasyona Kurd beşdarî forûmê bûne, wê der barê berxwedana Kobanê, ji nû ve avakirina bajêr, rola jinên Kurd a di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de û projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd de, agahiyan bidin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji welatên cuda yên cîhanê hatine. Di heman demê de wê hewl bidin têkiliya bi hev re xurt bikin. 

ROLA TEVGERA JINÊN KURD

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a di nava delegasyonê de cih digire, di rûniştina bi serenavê 'rola jinê ya di demokratîkkirina Rojhilat Navîn de' roja 25'ê Adarê pêşkêşiyek kir û têkoşîna jinên Kurd vegot.

Tevgera Jinên Kurd her wiha di 26'ê Adarê de beşdarî semînera bi serenavê 'guhertina olîgarşiya kapîtal' a ji aliyê Weqfa Rosa Luksemburg ve hat organîzekirin, bû.

Jinên Kurd her wiha wê di semînereke jinên Tûnisî de, rewşa girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehan bînin rojevê.

Delegasyona Kurd wekî din wê di çalakiyên îro de bi rêxistinên civakî yên sivîl re bicive.

Îro saet di 11:30 de di rûniştina bi serenavê rêveberiya cewherî ya Kurdan, serketina Kobanê û rola navendî ya jinê di şoreşa Rojava de, piştî nîvro jî di rûniştina bi serenavê tevkariya Konfederalîzma Demokratîk li çareseriya pirsgirêkên neteweyî û etnîkî de, delegasyona Kurd pêşkêşî kir.

Delegasyon di Forûma Civakî ya 4 rojan a bi beşdariya 40 hezar kesên ji 5 hezar rêxistinên civakî yên sivîl de, di mijarên Xweseriya Demokratîk, azadiya Ocalan, ji nû ve avakirina Kobanê de hewl bide tora piştevaniyê ya navneteweyî xurt bike.

Güncelleme Tarihi: 27 Mart 2015, 22:30
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER