Tugay Bek: Êrîş bi qesta mirinê hatiye kirin

Êrîşa bombeyî ya li hember avahiya Rêxistina HDP’a Seyhanê pêk hat, piştî civîna ku namzetên partiyê di navbera xwe de organîzekiribûn pêk hat.

Tugay Bek: Êrîş bi qesta mirinê hatiye kirin
Namzetê HDP’ê yê Edeneyê Tugay Bek diyar kir ku êrîş qesta mirinê dihundirîne û got di rewşa ku kujer dernekevin holê de, berpirs hikûmet e.  Hevserokê HDP’a Edeneyên Huseyîn Yildiz jî got îhtîmaleke mezin bombe kirine odeya hevserok.


Piştî teqîna di avahiya HDP’a Edeneyê de û Rêxistina HDP’a Seyhanê, namzetê HDP’ê yê Edeneyê Tugay Bek beşdarî ÎMC TV bû û got: “Saet li dora 08.30’an beriya teqînê,  di nav de namzetên HDP’ê jî heye, li katê 3. yê navenda partiyê, bi partiyiyan re civîna koordînasyonê pêk hat. Piştî civînê ku em ji avahiyê vediqetiyan, di Rêxistina navçeya Seyhanê ya qatê duyemîn  bû,  teqîn hat jiyîn.”

Bek got di odeya merciyê de teqîn pêk hatiye û hevserokê HDP’a Seyhanê Huseyîn Beyaz, rêveberên partiyê Îbrahîm Yakut û Sabahattîn Pişkîn birîndar bûne û got ew rakirine nexweşxaneya Taybet ya Edeneyê.
Bek got li gorî agahiyê ji hevalên xwe girtine, xetereya jiyana hevalên wan tine lê  parçeyên şarapnelê û parçeyên camê îsabetê bedena wan kirine. Bek bi lêv kir ku  şîdeta teqînê gelek zêde bûye û got dema ketine odeya merciyê beşeke mezin a dîwaran hilweşiyaye û got: “Hedefa êrîşên qesta mirinê ye.”

Bek got ev êrîş piştî mîtînga me ya girseyî ya ku duh li Edeneyê pêk hatiye, pêk hat û wiha berdewam kir: “ Êrîş bi armanca şikandina piştgiriyê pêk hat. Divê berpirsên vê êrîşê bên dîtin. Ger berpirs neyên dîtin, wê demê berpirs hikûmete.”

YILDIZ: 6 HEVALÊN ME LI ERDÊ BÛN

Hevserokê HDP’a Edeneyê Huseyîn Yildiz got ew li ser teqînê daketin avahiya HDP’a Seyhanê û got: “Em ketin hundir, hevserokê navçeyê Huseyîn Beyaz, HDP’î Sabahattîn Pîşkînbaş û Îbrahîm Yakup û bi gitşî kes di nava xwînê de li serdê bûn. Me hema ew rakirin nexweşxaneyê. Ode û maseya hevserok texrîb bibû. Îhtîmalek mezin bombe kiribûn odeya hevserokê navçeyê.  Her roj ji me re kargo tên. Li gorî agahiyên min girtine, îro kargo nehatiye. Kesên naxwazi em mezin bibin ev êrîş pêk anîn.  Li Mersîn û Edeneyê bi awayekî hevdem êrîş çêbûn. Em êrîşê lanet dikin.

Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî têkildarî rewşa Huseyîn Beyaz, Îbrahîm Yakut û Sabahattîn Pîşkînbaş de agahî da û got ku her sê jî xistine emeliyatê û dermankirina du birîndarên din jî didome.

Bi hezaran kes li nêzî avahiya HDP’ê hatin cem hev û êrîş şermezar kirin û polîsan jî cadeya Gursel li trafîkê girtin.

Güncelleme Tarihi: 18 Mayıs 2015, 13:36
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER