Wekîla Syriza: Têkoşîna jinên Kurd bû mînak

Parlamentera Syriza Afrodît Stampoûlî ya hat Pirsûsê û 8'ê Adarê li jinên Kobaniyî pîroz kir anî ziman, ku ew li gel têkoşîna jinên Kurd in û got, "Berxwedana YPJ'ê ji bo tevahiya jinên cîhanê bû çavkaniya hêviyê."

Wekîla Syriza: Têkoşîna jinên Kurd bû mînak
 Parlamentera Syriza Afrodît Stampoûlî ya hat Pirsûsê û 8'ê Adarê li jinên Kobaniyî pîroz kir anî ziman, ku ew li gel têkoşîna jinên Kurd in û got, "Berxwedana YPJ'ê ji bo tevahiya jinên cîhanê bû çavkaniya hêviyê."

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPJ/YPG’ê li Kobanê berxwedanekê bêhempa nîşan da û navê Kobanê ne bi tenê Rojhilata Navîn her wiha li tevahiya cîhanê dan bihîstin. Di nava vê berxwedanê de şervanên YPJ'ê bi têkoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya mêr, hişmendiya qirêj û ya dij mirovahiyê re, jinên Kurd li tevahiya cîhanê kir hêviya hemû jinan û azadiya gelan. Piştî ku navenda Kobanê hat rizgarkirin bi hezaran kes, saziyên sîvîl, parlementer, rêxistin û hwd. dixwazin Kobanê bibînin û wan şervanên tevî bêderfetiyê li hemberî çekên herî modern şer kirin û rûmeta mirovahiyê xilas kir ji nêz ve nas bikin. Parlementera partiya SYRIZA û endama Platforma Jinê ya Cihanê Afrodît Stampoûlî jî wan kesan yek e. Stampoûlî da zanîn ku jinên kurd bi têkoşîna xwe ve dan xuyakirin ku li hemberî hemû êrîşan jin dikare xwe biparêze û civaka xwe ava bike.

'EZ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD PÎROZ DIKIM'

Afrodît Stampoûlî diyar kir ku armanca hatina wan a Pirsus û Nisêbînê piştgiriya jinên Kurd û yên cihanê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ez bi sedema berxwedana jinên kurd yên ku li hemberî rejîmên faşîst şer dikin û li ber xwe didin li vir im. Her wiha ji ber têkoşîna wan a li hemberî desthilatdaran, ez wan pîroz dikim. Berxwedana şervanên YPJ’ê ji bo jinên cihanê rolekî pir mezin lîst, bû hêvî.”

'DIL Û RUHÊ ME HER TIM BI ŞERVANÊN KURD RE BÛ'

Stampoûlî diyar kir ku li Yewnanîstanê wan her tim şervanên YPJ’ê dişopandin û wiha pê de çû : "Ji sekna şervanên YPJ'ê û berxwedana tevahiya Kobanê, em pir kêfxweş bûn. Partiya me bi tevahî her tim rewşa berxwedêrên Kobanê pir bi nêz ve dişopand û her tim dilê me ruhê me bi wan şervanan re bû. Ev pêngav ji bo me jî bû wek hêviyekê."

'JI BO AVAKIRINA KOBANÊ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN'

Der barê ji nû ve avakirina Kobanê de jî Stampoûlî anî ziman ku her çiqas di aliyê aboriyê de pirsgirêkên Yewnanîstanê hebin jî hez dikin ku di pêvajoya avakirina Kobanê de rola xwe bilîzin û got: "Ji bo avakirina Kobanê em wek hikumeta SYRIZA xebatên didomînin. Her wiha têkiliyên me yên bi saziyên sîvîl ve jî didome. Niha alîkariya bi aliyê pêdiviyên rojane girîng e. Ji nû ve avakirina Kobanê pêdiviya projeyekê pir mezin heye. Bi tena serê xwe ti hikumet nikarin vê pêk bînin. Divê ku di vê mijarê de Yekitiya Ewropa tiştekî bike ji bo vê jî çi ji destê me tê em ê bikin."

Güncelleme Tarihi: 09 Mart 2015, 15:25
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER