Xebatên HDP’ê li her cihî bênavber didomin

Namzetên HDP'ê her diçe xebatên xwe yên hilbijartinê zêde dikin û bi hêz didomînin.

Xebatên HDP’ê li her cihî bênavber didomin
Namzetên HDP'ê her diçe xebatên xwe yên hilbijartinê zêde dikin û bi hêz didomînin. Namzetên HDP'ê di dema xebatên xwe de pusulaya dengan nîşanî welatiyan didin û dê çawa deng bikar bînin nîşan didin. Namzetan bang li welatiyan kir ku li hemberî lîstikên AKP'ê xwedî li sindoqan derkevin kirin.


HATAY

Namzetên HDP'ê yên Hatay Nîhat Eraslan û Kerem Nalbant xebatên xwe didomînin. Namzetên HDP'ê li taxa Dukkan Abyud a navçeya Defne û taxa Affan a Antakyayê tevlî civînên gel bûn. Namzetê HDP'ê Eraslan di civînan de axivî û diyar kir ku di nava 4 salan de çandînî, turîzm û bazirganiya sînor ber bi xilasbûnê ve ye.

KOCAELÎ

Rêxistina HDP'ê ya Kocaeli rojnamegerên bajar re hatin cem hev. Namzetên HDP'ê yên bajar jî tevlî civînê bûn. Parlementerê HDP'ê Hasîp Kaplan jî tevlî civînê bû û axivî Kaplan diyar kir ku HDP hemû derdorên civakê hembêz dike. Piştî civînê namzetên HDP'ê û Kaplan li navçeya Dîlovasi esnaf ziyaret kirin.

ÎZMÎR

Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên navçeya Konakê ziyaret kirin û pişt re esnafên li kolanên Mîmar Kemalettîn û Anafartalar ziyaret kirin.

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê li navçeya Bazîdê ji bo mitîngê belavok belav kirin. Li navçeyê dê sibê bi tevlîbûna namzetên HDP'ê mîtîngê li dar bixin.

WAN

Namzetê HDP'ê yê Wanê Adem Ozcaner li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin. Ozcaner û heyat pê re esnaf ziyaret kirin û tevlî hin vekirinên kargehan bûn. Piştî ziyareta esnafan li taxên Toprakli û Yukari Işikli tevlî civînan bûn.

Namzetên din ên Wanê Lezgîn Botan û Tugba Hezer jî li navenda bajar esnaf ziyaret kirin.

MÊRDÎN

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Dêrîkê jî li taxên Germik, Sûsik, Remok, Meşkina û Xanîka ziyaret pêk anîn. Heyat YNK'ê jî tevî gerê bûn. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xwe xebat bê navber berdewam dikin. Rêxistina HDP'ê ya Şemrexê jî gundên Golikê, Hindiris, Yewrê û Şebê ziyaret kirin û Koçer ziyaret kirin.

AMED

Namzetên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Îmam Taşçier li naçveya Farqînê xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Namzetên HDP'ê li kolanên Baglar, Ferîdun, Yenîşehîr, Bahçelîevler, Camî û Gazî geriyan. Pişt re ber bi navçeya Bismîlê ve bi rê ketin.

RIHA

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemî li navçeya Karakopru li gundên Akpinar, Kirkpinar, Kizlar, Karakoluk, Gulpinar ziyaret kirin. Baydemîr diyar kir ku hilbijartin berî her tiştî xwedî derketina aştiyê ye. Baydemîr pişt re gundê Mehmetçîk ziyaret kir û Komeleya Keyayên Gundên ziyaret kir.

Namzetê HDP'ê yê din Rasîm Çakmak jî li navçeya Xelfetiyê tevlî civîna gel bû. Namzeta din Yagmur Akay jî li navçeya Serêkaniyê bi jinan re hate cem hev û civîn li dar xist. Namzeta din a Rihayê Dîlek Ocalan jî gundê Amarayê ziyaret kir.

MÊRSÎN

Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Mahmut Karabulut jî li navçeya Akdenîzê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kir. Di çarçoveya xebatan de Karabulut li kolanên Fasîh Kayabali û Fabrîkalarê li esnafan geriya. Namzetên din Alî Tanriverdî û Çîlem Oz jî li kolanên Kuvvaiye Mîlliye li esnafan geriyan. Pişt re li taxên Turunçlu, Demîrtaş, Alsancak û Selçuklu ziyaret kirin. Namzeta din Nursel Demîr jî li taxên Fuat Morel û Hurriyetê tevlî civînên gel bû.

Güncelleme Tarihi: 27 Mayıs 2015, 20:26
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER