Yekemîn navenda tenduristiya jinan hate vekirin

Weqfa Jinên Azad a Rojava yekmîn navenda tenduristiyê ya taybet bi jinan a bi navê navenda Arî ya tindrûstiyê li Kantona Cizîrê vekir.

Yekemîn navenda tenduristiya jinan hate vekirin

Navend bi merasîmeke bi beşdariya dehan bijîşk û welatiyên bajarê Serêkaniyê hate vekirin.

Navend ji 3 beşan ên weke “Kilînîk, dermankirina fêzîkî û dermanxaneyê” pêk tê. Biryar e ku navend rojane xizmetê di saet 09.00’an heta saet 15.00’an bête vekirin.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endama Weqfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed axivî û balkişand ser rewşa tenduristiya  jinên Rojava.

Axîn Amed da zanîn ku pêwîste jin tenduristiya xwe biparêzin û ji bo xwe di hemû aliyan de îsbat bikin, pêwste di warê hişmendî de jî xwe pêş bixin.

Bijîşka bi navê Ferîda Siyahofa ya ku di navenda Arî ya tenduristiyê de kar dike, destnîşan kir ku ew wek bijîşk amade ne ku li gorî derfetên xwe xizmetê û akîkariyê welatiyan bikin.

Merasîm bi tililî û vekirina navendê ji aliyê dayîkên aştiyê ve bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 22 Şubat 2015, 12:43
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER