YPG: 13 çete hatin kuştin, 4 bi saxî hatin girtin

Di encama pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku di roja xwe ya 17’an de berdewam dike, hêzên YPG’ê 3 gundên Serêkaniyê rizgar kirin. Her wiha 13 çete hatin kuştin û 4 bi saxî ketin destê YPG’ê.

YPG: 13 çete hatin kuştin, 4 bi saxî hatin girtin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar bê navber didome û derbaêr endamên wê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 17’an de bi serkeftî berdewam dike.

Hêzên me di çerçoveya vê hemle de li 29 km başûr-rojavayê Serêkaniyê operasyonek nû li darxistin. Di encama vê operasyonê de gundên Wedahiyê, Xircir û Tuwecil ji dagirkeriya çeteyan hatiye rizgarkirin.
Di vê operasyonê de 2 tang û 3 maşîneyên çeteyan hatina ruxandin û dîsa 10 endame çeteyan jî hatine kuştin.
Hêzên me, li gundên dikeve herêma di navbera Çiyayê Kezwanê û Til Temir-Hasekê de xebatên xwe ya lêgerîne berdewam dikin.
Hêzên me şevê din bi armanca bêbandor kirina çeteyên ku ji ber dorpêça hêzên me nikaribûn birevin û xwe di gundan de veşartibûn operasyonek lidarxistiye. Di vê operasyonê de li gundê Mexluca ya ku dikeve 23 km başûrê Til Temir û li quntarê Çiyayê Kezwanê ye û gundê Til Hemamê Rojhilat a ku dikeve 11 km başûrê Til Temir hatiye hedef girtin. Di vê operasyonê de 3 çete ku gule reşandin li ser hêzên me yên operasyonê tevî çekên xwe bi awayekî mirî hatine girtin. Dîsa 4 endamê çeteyan jî bi saxî hatiye girtin.
Hêzên me heman demê de ji bo ew hezaran mayinên ku çeteyan li herêmê çandi bûn zirar negihîne gelê me xebatên xwe ya paqijkirina mayinan berdewam dikin. Rêhevalekî me ku heta niha bi sedan mayin bêbandor kiribû, doh di encama teqîna mayinekî de gihiştiye şehadetê.ˮ

Güncelleme Tarihi: 23 Mayıs 2015, 19:17
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER