YPG: 13 gund 5 gundik û girek hatin rizgarkirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de di operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne meşandin de, bi giştî 13 gund, 5 gundik û girek hatine rizgarkirin.

YPG: 13 gund 5 gundik û girek hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de di operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne meşandin de, bi giştî 13 gund, 5 gundik û girek hatine rizgarkirin. Navendê destnîşan kir ku 35 çete jî hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyonên ku li kantonên Kobanê û Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têne meşandin de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Cizîrê de ev agahî hatin dayîn:

“Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 27’an de bi serkeftî berdewam dike.

Operasyonên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr rojavayê Serêkaniyê didomin.

Şevê din û îro siharê hêzên me li heman herêmê derbeyên giran li çeteyan xistin. Hêzên me di nava 24 seatên dawî de li vê herêmê gundên Xiwêlan, Xwêra Biçuk û Xwêra Mezin, Recim Enwe, Nestel, Tibe, Hewasî, Hacir, Girê Hacir, dîsa 5 mezra ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

Xebata lêgerînêya hêzên me li herêmê berdewam dike.”

Li Kobanê 5 gund hatin rizgarkirin

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li herêma Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn:

“Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tê meşandin, di roja xwe ya 260’an de berdewam dike.

Operasyona Şehîd Şoreş Amed a ku ji aliye hêzên me ve li rojhilatê Kobanê hatibû destpêkirin, ketiye roja xwe ya sêyemîn. Di çarçoveya vê operasyonê de ji bilî 11 gundên ku rojên derbasbûyî hatibûn azadkirin, duh jî 5 gundên din ji çeteyan hatine paqijkirin. Navê gundên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin wiha ne; Ixdê, Meraser, Kepinrepênê Mezin û Biçuk û Mizxane ya Biçuk.

Di vê operasyonê de hêzên me qasî hatiye zelalkirin 35 endamên çeteyan kuştin. Hêzên me li van qadan tevî 17 termên çeteyan dest danîn ser 13 kilêş, 4.000 fîşekên kilêşan û 62 şarjorên kilêşan, 2 BKC û 3.000 fîşekên BKC, 3 roketavêjên B7 û 6 gulleyên wan, 3 çîfte, 17 bombeyên destan, 6 roketên hawana 60 mm, dûrbînek, dûrbînek şevê û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan.

Rêhevalekî me ku di serkeftina operasyonê de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.”

Güncelleme Tarihi: 02 Haziran 2015, 20:08
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER