YPG: Li Kobanê û Cizîrê 12 gund hatin rizgarkirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebxane hatine destserkirin.

YPG: Li Kobanê û Cizîrê 12 gund hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebxane hatine destserkirin.


Têkildarî berxwedana li Kobanê û Cizîrê navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîkî weşand.

Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 10’an de bi serkeftî berdewam dike.

Hêzên me şevê din li eniya Serêkaniyê operasyonek nû lidar xistin. Operasyona ku bi armanca azadkirina gundê Gozeliyê û gundikê Şiwêş hatibû lidarxistin heta seatên sihare berdewam kiriye. Hêzên me, piştî pevçunên dijwar gundê Gozeliyê û gundikê Şiwêş azadkirin. Xebatên lêgerîne ya li van her du noqteyan de hêzên me heta niha 4 termên çeteyan desteserkirin.

Xebatên lêgerîne ya li gundê Rezaza ya dikeve 13 km rojavayê Hasekê û doh hatibû rizgarkirin bi encam bûye. Hêzên me li vê qadê dest danîn ser 9 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7, 1 Bruno, 6 bêtel, 1 bombeya desta, 3 telefon û hejmarek zêde belgeyên çeteyan. Dîsa hêzên me hejmarek zedê mayine hatine çandin jî bêbandor kirin.

Berxwedana Kobanê

– Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqijbikin tên meşandin, di roja xwe ya 243. de berdewam dike.

Doh hêzên me li rojhilatê Kobanê operasyonekî berfireh lidarxistin. Operasyone ku li ser navê ‘Şehîd Botan, Şehîd Baz û Şehîd Hogir’ hatiye lidarxistin de 11 gund û hîn noqteyên stratejîk hat rizgarkirin. Di vê operasyonê ku pevçunên zehf dijwar hat jiyankirin de hêzên me febrîka çîmento ya Gûrîş, gundên bi navê Edîfê, Diçkiram, Şerebanî, Korpiling, Bîrxas, Bîrnasir, Gocekmêt, Sefêriyê ya rojhilat û rojava, Yedûkî ya rojhilat û rojava, Sulûxke û 3 girên stratejîk a li heman herême ji çeteyan hatine paqijkirin.

Di vê operasyonê de pevçunên zehf dijwar hatiye jiyan kirin û bi dehan çete hatine kuştin. Lê hejmara zelal a kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye dest xistin. Hêzên me li vê qadê tevî 17 termên çeteyan doçkakî 12,5 mm, 14 kleş, 3 BKC, 3 roketavêja B7, 60 şerjor, 3.000 fîşekên kleş, 1.500 fîşekên BKC, 8 gulleyên roketavêja B7, 3 qutî fîşeka doçka 14,5mm, 1 qutî fîşeka doçka 12,5mm, 12 gulleyên hewan, 14 rext, 4 dûrbîna roj, 1 dûrbîna şev, 4 bêtel û 2 maşîneya bi tîpa toyota hatine dest xistin.

Şevê din hêzên me li ser xeta sînorê rojhilatê Kobanê jî li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê êrîşê ku di navbera gundên Şaşê û Korik hatiye lidarxistin de nehatiye zelalkirin.ˮ

Güncelleme Tarihi: 16 Mayıs 2015, 16:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER