YPG: Li Kobanê û Cizîrê 29 çete hatin kuştin

Di çalakî û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li kantonên Kobanê û Cizîrê de, YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di encama pevçûnan de herî kêm 29 çete hatin kuştin.

YPG: Li Kobanê û Cizîrê 29 çete hatin kuştin
Di çalakî û pevçûnên dijwar ên duh bi şev li kantonên Kobanê û Cizîrê de, YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di encama pevçûnan de herî kêm 29 çete hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser pevçûnên dawî yên li Kantonên Cizîr û Kobanê daxuyaniyek da. 

LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 22 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 200. a berxwedana Kobanê de, komên çete li başûrê Kobanê êrîşeke berfireh dan destpêkirin û hat gotin ku li gundên Qil Heyde, Sepeta Ereban û rêbenda Dîcleyê pevçûnên dijwar qewimîne.

Li gorî daxuyaniyê, di pevçûnên li vê derê yên bi hêz û çekên teqwiye yên çeteyan rû dan de, 22 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku pevçûnên li rojava û başûrê Kantona Cizîrê dewam dikin.

LI DERDORA TIL TEMIR Û TIL HEMÎSÊ 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Menacir ê Til Temirê çalakiyek pêk anîne û di pevçûna li qada Girê Fattun de 5 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hemerî komên çete yên li nêzî gundê Xizêla yê li başûrê Til Hemîsê çalakiyek lidar xistine ku di encama vê êrîşa duh bi şev de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Güncelleme Tarihi: 03 Nisan 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER