YPG: Li Kobanê derbên giran li terorîstan hatin xistin

Di çalakiyên duh ên di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de 36 terorîst hatin kuştin. Di şer de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

YPG: Li Kobanê derbên giran li terorîstan hatin xistin
Di çalakiyên duh ên di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de 36 terorîst hatin kuştin. Di şer de 5 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyairin, ku Berxwedana Kobanê ya di asta serketinê de ye, bi pêşveçûna hêzên YPG/YPJ re dewam dike. Di daxuyaniyê de der barê çalakiyên roja 161. a berxwedanê de ev agahî hatin dayîn:

"Di operasyonên li başûrê Kobanê zêde dibin de pevçûnên dijwar qewimîn. Hêzên me, di pêşveçûna li gundên Girêk û Cedê de derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me gundê Cedê bi temamî ji terorîstan rizgar kirin û beşek ji gundê Girêk jî ji çeteyan paqij kirin. Mefreqa Qil Haydê ya heman herêmê jî ji terorîstan hat paqijkirin. 

Di pevçûnên li vê qadê de 32 kuştiyên terorîstan hatine tespîtkirin. Hêzên me li vê herême doçkeke 12,5 mm jî xistine destê xwe.

Hêzên me li hember komên terorîstên ku gundê Degîrmen ê li başûrrojavaye Kobanê di bin dagirkeriye xwe de digirtin êrîşek lidarxistin. Di encama vê êrîşe de wesayîtek hat rûxandin û 4 terorîst hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 2 doçkayê 12,5 mm, 8 guleyên hawana 82 mm û 7 mayinan.

Di operasyon û pevçûnên 24 saetên dawî de 5 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."

Güncelleme Tarihi: 23 Şubat 2015, 17:09
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER