YPG: Êrîşên li Kantona Cizîrê hatin şikandin, 88 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh li xetên Til Temir-Serêkaniyê û Til Hemîs-Til Berakê hatine şikandin û herî kêm 88 çeteyên DAIŞ'ê li van herêman hatine kuştin.

YPG: Êrîşên li Kantona Cizîrê hatin şikandin, 88 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku piştî pevçûnên dijwar ên li xetên Til Temir-Serêkaniyê û Til Hemîs-Til Berakê, hemû êrîşên çeteyan hatine şikandin.


ÊRÎŞÊN LI RAWIYA HATIN ŞIKANDIN: SERÇETEYEK JÎ DI NAV DE 40 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê ragihand, ku êrîşên çeteyan ên duh ber destê sibehê li başûrê bajarokê Rawiya yê 23 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ye bi temamî hatine şikandin û bi qasî hatiye zelalkirin 32 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, yek ji van çeteyên hatine kuştin serçeteyê bi navê Ebû Omer El Iraqî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku hêzên YPG/YPJ'ê piştî şikandina vê êrîşê duh bi şev li herêma di navbera Rawiya û bajarokê Alya yê 23 kîlometre li rojavayê Til Temirê ye dest bi operasyonê kiriye, 2 girên hedef hatine girtin hatine paqijkirin û 8 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê di daxuyaniya xwe de got, "Hêzên me tevî 1 termê çeteyan dest danîn li ser 6 kleş, 4 roketavêja B7, 1 BKC, 1 çeka segvanî ya Karnas û gelek cebilxaneya van çekan."

LI TIL XENZÎRÊ 18 ÇETE HATIN KUŞTIN

YPG'ê diyar kir ku di heman şevê de komên çeteyan li dijî Til Xenzîr a 22 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ye dest bi êrîşê kirine û piştî pevçûnên li du nuqteyan, êrîş hatiye şikandin. 

Hat ragihandin ku di şerê li vir de jî 18 çete hatin kuştin, tankek, panzerek û doçkayeek 23 mm a çeteyan hatine rûxandin.

LI HERÊMA BAŞÛRÊ TIL HEMÎS-TIL BERAKÊ 30 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku komên çeteyan danê vê sibehê li başûrê bajarokên Til Hemîs û Til Berakê 2 êrîş pêk anîn û destnîşan kir ku piştî pevçûnên dijwar êrîş hatin şikandin û li gundê Hiwêşê 17 çete hatin kuştin, 11 kleşk, 1 BKC û rokêtavêjeke B7 a çeteyan hatine desteserkirin.

Navendê diyar kir ku di pevçûnên li gundê Xizêla ya li heman herêmê jî 13 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava 24 saetên dawî de 5 rêhevalên me ku bi vîn û biryardariyeke mezin têkoşiyan, gihîştin şehadetê."

Güncelleme Tarihi: 17 Mart 2015, 19:19
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER