Qanûna Şerê li Dijî Kurban

Hikûmeta AKP’ê hewl dide faşîzma ku bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nikarîbû bi sazî bibe, dixwaze bi ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ bigihînê encamê. Dîroka Komara Tirkiyeyê di esasê xwe de dîroka faşîzma sazîbûyî ye.

Qanûna Şerê li Dijî Kurban
Cemîl Bayık / Azadiya Welat

Hikûmeta AKP’ê hewl dide faşîzma ku bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nikarîbû bi sazî bibe, dixwaze bi ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ bigihînê encamê. Dîroka Komara Tirkiyeyê di esasê xwe de dîroka faşîzma sazîbûyî ye.

Hikûmeta AKP’ê dixwaze vê sîstema faşîzan a sazîbûyî dijwartir bike. Anîna vê qanûnê nîşan dide armanceke AKP’ê ya demokratîkbûn û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn tune ye. Li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurdan û elewiyan, qadên pirsgirêkên bingehîn tenê bi demokratîkbûnê dikarin çareser bibin. Dewleta tirk ji bo kurd jê sûdê wernegerin tu gavên demokratîkbûnê neavêtine. Her wiha ji bo pergala komkujiyê ya li ser kurdan bidomîne pêwîstî bi qanûnên nû yên zextê dibîne. ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ a dawî ji qanûnên sirgûn û sansurê yên salên 1990’î bi sed qatî zêdetir xwedî karakterê faşîst e. Dîsa tê wateya dijwartirkirina qanûna qaşo ‘têkoşîna li dij terorê’ ya di sala 2006’an de hatibû berfirehkirin. Ev jî piştrast dike ku hedefa wan ne çareseriya pirsgirêka kurd e, çewisandin e. Naxwe di pêvajoyeke ku hevdîtin li Îmraliyê pêk tên û tê gotin pêvajoya çareseriyê heye de pêdivî bi derxistina qanûnên bi vî rengî nebû.

Di demeke ku qanûnên wisa tên derxistin de kî bawer dike ku AKP dê pirsgirêka kurd çareser bike? AKP, bi qanûnên ku derdixe; bi zelalî radixe ber çavan ku ne çareseriya pirsgirêka kurd berovajî li dijî kurdan amedekariya şerekî dijwartir dê bide meşandin. Bi vî hawayî hikûmeta AKP’ê dibêje; “ez ê êrîşî te bikim, lê tu yê ne rûyê xwe bigirî ne jî bi amûrekê karibî xwe biparêzî.” Mîna çek hesibandina molotofê tê vê wateyê. Ji ber ku ya êrîşê dibe ser her mîtîng û çalakiyê û ciwanan neçarî xweparastinê dike hêzên hikûmeta AKP’ê ne. Aşkera ye ku ev qanûn ji bo bi dijwarî çewisandina serhildan û xwepêşandanên demokratîk ên gelê kurd in. Lê belê dewleta tirk ku ev 40 sal in hewl dide berxwedana gelê kurd bişikîne dê bi van qanûnan jî nikaribe pêşiya têkoşîna gel bigire. Ji ber ku AKP nafikire pirsgirêka kurd çareser bike û gavên demokratîk biavêje qanûnên êrîşê zêde dike; Tirkiyeyê werdigerîne dewleta polîsan. Di warê bûyîna dewleta polîsan de Tirkiye ji bo tevahiya cîhanê mînaka herî berbiçav e. Jixwe wateya dewleta polîsan li dijî gel meşandina şer e. AKP bi têgihîştina dijminê hundirîn êrîşî hemû derdorên muxalîf dike. Ji bo li dijî gel xwe biparêze bi rêbazên faşîzan hewl dide zirxekî ava bike. AKP bi vê qanûnê li ser gelê kurd şer ferz dike. Bi qedexekirina rûpêçan û molotofê berxwedana çekdarî rewa dike. Ev qanûn ji bo gelê kurd şerê gel ê şoreşgerî mîna bijarka bi tenê dihele.

Ji derxistina van qanûnan a dewleta ku pirsgirêka kurd çareser nake ji vê encamê pê ve tiştekî din nayê derxistin. Ev qanûn mîna banga; ‘ne molotofan çekan bi kar bînin’ e. Di rewşa ku molotof weke çek bê nirxandin de, li dijî êrîşan ciwan jî dê ne molotofan çekan bi kar bînin. Li dijî êrîşan dema pêwîstî bi amûreke xweparastinê hebe gelê kurd û ciwan dê çi bikin? Li gorî ku kurd li dijî êrîşên çewisandinê dê serî netewînin, ev qanûn ji dijwartirkirina pevçûnan pêde tu encamê nade. Her wiha heger hikûmeta AKP’ê dibeje; “kesî din nikarîbû min kurd çewisandin” wê demê xwe dixapîne. Ev qanûn serhildan û berxwedana kurdan ji yên salên 1990’î rewatir dike. Li gorî ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêka kurd tune ye, AKP xwe ji bo zêdetir êrîşan amade dike. Dibe ku di salên 1990’î de şert û mercên çareseriya pirsgirêka kurd hevqas pêkan nebûbûn. Di vê demê civaka Tirkiyeyê jî çareseriyê dixwaze, lewre polîtîkayên neçareseriyê yên AKP’ê dê berxwedana gelê kurd meşrûtir û rewatir bike. Ev qanûn dê berxwedanên ji ya 6-8’ê Cotmehê dijwartir bîne rojevê. AKP bi van qanûna nikare rê li bûyerên mîna 6-8’ê Cotmehê bigire. Hikûmeteke ku nexwaze bûyerên mîna 6-8’ê Cotmehê rû bidin, diviyabû gavên demokratîkbûnê biavêje, pirsgirêka kurd çareser bike û sedemên berxwedanê ji holê rabike. AKP sedemên berxwedanê ji holê ranake, wan bihêztir û meşrûtir dike.

AKP bi vê qanûnê berxwedana gelê kurd ji ya salên 1980 û 1990’î rewatir dike. Gotinên hin derdoran ên mîna; ‘li Tirkiyeyê demokarsî û siyaseta demokratîk heye, di pirsgirêka kurd de gavên girîng hatin avêtin’ xapandin in. Ji hin tiştên demborî, demagojîk û eklektîk ên li dijî berxwedana gelê kurd mîna şerê psîkolojîk tînin rojevê pêde ji bo çareseriyê gaveke bi tenê jî ne hatiye avêtin. Sîstema tevkujiya çandî di bingeh û cewhera xwe de didome. Her wiha sîstema tevkujiya çandî bi amûrên nû hatiye berfirehtirkirin û kûrtirkirin. Bi cewherî polîtîkaya yek netewe, yek welat didome.

Di dîroka Tirkiyeyê de mîna Tayyîp Erdogan siyasetmedarekî din tune ye ku yek milet yek welat bi kar tîne. AKP’a ku kurdên li derveyî sînorên xwe hewl didin jiyaneke azad û demokratîk biafirînin, hê jî mîna terorîst bi nav dike, dê bi tu awayî nikaribe pirsgirêka nav xwe ya kurd çareser bike. Desilatdariyeke ku vekirî dibêje ew ê statuya Rojava qebûl neke nikare pirsgirêka kurd çareser bike. Tevî tu tirba Şah Suleyman bi alîkariya PYD’ê hat veguhestin jî Serokwezîr Davutoglu îdia dike ku wan PYD tehdît kirine da ku windahiyên sivîl pêk neyên. Yanî dixwaze bibêje ku ji PYD’ê re gotine; “heke hûn nebin alîkar em ê Kobanê bombebaran bikin û sivîl dê werin kuştin” û bi vî rengî derbas bûne. Ha ji were hikûmeta AKP’ê! Em bi hikûmeteke ku vekirî qetilkirina sivîlan jî diparêze re rûbirû ne. Jixwe ‘Qanûna Ewlekariya Hundir’ qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e. Bi vê têgihîştinê gelo pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin!

Güncelleme Tarihi: 26 Şubat 2015, 11:04
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER