17 Cangoriyên Azadiyê hatin bibîranin

Saziya Malbatên Şehidan a bajarê Qamişlo 15 gerîlayên PKK’ê û 2 şervanên YPG’ê yên ku di meha Nîsanê, lê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi merasimekê bibîr anin.

17 Cangoriyên Azadiyê hatin bibîranin

Merasîm li Odeya Şehîdan a li Goristana Şehîd Delîl Saruxan bi beşdariya dayik, bav, xwîş û birayên Cangoriyên Azadiyê û rêveberên saziyên li bajar hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de wêneyên cangoriyan hatin hilgirtin. Di merasîmê de endamê Saziya Malbatên Şehidan Mehsûm Hesen axivî û hemû cangoriyên azadiyê bibîr anîn. Mehsûm Hesen diyar kir ku malbatên şehîdan xwediyên keda mezin û şoreşa Rojava ne û wiha got: “Ji ber ku malbatên şehidan keç û lawên xwe bi destê xwe şandin nava Tevgera Azadiyê. Îro jî bi berxwedana wan li Rojava şoreş her ku diçe mezin û gurtir dibe. Ji bo wê yên ku zarokên xwe diyarî Kurdistanê kirine, barê wan giran e. Barê herî giran yê şoreşa Rojava li ser milê malbatên Şehidan e.”

Piştî axaftinê nasnameyên 15 gerîlayên PKK’ê û 2 şervanên YPG’ê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Navê cangoriyên azadiyê wiha ne: Berakat Mihemed, Mizgin Mihemed (Sultan Zozan), Merwan Mihemed (Merwan Zara), Mihemed Salih Mihemed (Bahoz Mehmud), Ketiba Osman (Hesret), Yasir Tahir (Xurşid), Birahim Xelîl (Hacî), Ebdurehman Hisên (Eşref), Xurşîd Elî (Dijwar Qamişlo), Birahim Elî (Rustem Firat), Ronahî Bekir (Rûken), Xelîl Hisên (Mêrxwaz), Cudî Ebdurehman (Cudî Qamişlo), Cemaleldîn Elo (Delîl), Fexredîn Musilî (Şevger) û Yusuf Seîd (Hejar).

Di merasîmê de endamên malbatên têkoşeran jî axivîn û destnîşan kirin ew bi zarokên xwe serbilind in û pêwist bike ew ê zarokên xwe yên mane jî di rêya vê şoreşê de bibin.

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bidawî bû.

Güncelleme Tarihi: 30 Nisan 2015, 17:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER