'HDP ji civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî'

Namzetên HDP'ê li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz got: "HDP bi polîtîkayên dike û sekna xwe ya samîmî ji hemû civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî. Erdogan bi gotinên xwe welat sor dike."

'HDP ji civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî'
 Namzetên HDP'ê li Tirkiye û Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.

RIHA

Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Rasîm Çakmak li taxa Suleymaniye ya navçeya Halîliye tevlî vekirina buroyê bûn. Baydemîr di vekirina buroyê de axivî û wiha got: "70 salin gelên qedîm ên vê erdnîgariyê her cure zilim dîtin. 6 tîr hat heman zilim dîtin. Pişt re rengê zilmê zer bû yan ANAP hat. Pişt re zilma çar nalê ya ya Çîller me dît. Herî dawî me zilma AKP'ê dît. Lê gelê Rihayê îro polîtîkayên AKP'ê yên cudkar û xizaniyê dibîne." Baydemîr balkişand ser provokasyonên dixwazin pêk bînin û wiha axivî: "Ji bo em provokasyon û operasyonên van vala derbixin em tİ kevirekî navêjin ti kesî. Cama dika esnafekî bişkên dê HDP'ê provakator îlan bikin. Ji em zirar nagihije ti kesî. Yê ku tiştekî wisa bike bizanin ji bo hikûmeta AKP'ê dixebite."

AGIRÎ

Namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana, Bedran Ozturk, Dîrayet Dîlan Taşdemîr di çarçoveya xebatên hilbijartinê esnafên bajar ziyaret kirin. Namzetan esnafên li Kolanên Kagizman, Wana Kevin û Cumhuriyetê ziyaret kirin û rastî eleqeya gel hatin. Namzetan diyar kirin ku ew dê di 8'ê Hezîranê de gelê Agiriyê dê ji jiyanekî nû hişyar bibe. Esnaf jî ji ziyareta namzetan keyfxweş bû. Pşit re rêxistinên sivîl ên civakî ziyaret dikin.

SEMSÛR

Namzetên HDP'ê yên Semsûrê jî bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û rêveberên HDP'ê Nexweşxaneya Zanîngeha Semsûrê ziyaret kirin û bi kedkarên tendûrîstiyê e hatin cem hev û nexweş ziyaret kirin. Yildirim pirsgirêkên kedkaran guhdar kir û wiha got: "Berpirsiyarê şîdeta li hemberî kedkarên tendûrîstiyê pêk tê AKP ye. Sedema hemû pirsgirêkên tendûrîstiyê polîtîkayên AKP'ê hen. Ji bo çareseriyê hewcehiya me bi alîkarî û piştgiriya we heye."

ŞIRNEX

Namzetê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û hevşaredarên Şirnexê jî li Parqa Yilmaz Guney bi keyayên gundan re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê Faysal Sariyildiz piştî cîvîna keyayên gund û taxan re pirsên rojnamegeran bersivandin. Sariyildiz diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan ên di demên dawî de wê pêşeroja hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi bandor bike û wiha got: "HDP bi polîtîkayên dike û sekna xwe ya samîmî ji hemû civaka Tirkiyeyê re bûye hêvî. Erdogan bi gotinên xwe welat sor dike."

Sariyildiz anî ziman ku hikûmet ji bo HDP bendavê derbas neke her tiştî dike û bi vê yêkê dixwazin welat ber bi kaosê ve bibin. Li Kurdistanê ti pirsgirêkên ewlehiya hilbijartinê tİneye. Gelê herêmê di vê mijarê de gelek baldar e." Sariyildiz bal kişand ser êrîşên nîjadperestan ên li hemberî partiya wan.

MÊRSÎN

Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Nazim Aslan û rêveberên Rêxistina HDP'ê yên Tarsusê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Aslan di ziyaretê de axivî û diyar kir ku HDP temînata aştî û demokrasiyê ye. Aslan anî ziman ku pêşengê demokratîkbûn û guherîna Tirkiyeyê HDP ye û ji esnafan piştgirî xwest. Namzetan eleqeyekî mezin nîşanî HDP'iyan da.

Namzetên HDP'ê Alî Tanriverdî, Mahmut Karabulut, Mehmet Taşçi û hevserokên HDP'ê jî li Taxa Yenî ya Akdenîzê ziyaret kirin.

HATAY

Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li Hatayê jî bê navber berdewam dikin. Li taxa Gumuşgoze ya navçeya Antakyayê buroya hilbijartinêy a HDP'ê hate vekirin. Namzetên HDP'ê yên Hatayê Nihat Eraslan, Kerem Nalbant, Perî Çîfçî û gelek kesên din tevlî vekirina buroyê bûn. Namzetê HDP'ê Kerem Nalbant di vekirinê de axivî û diyar kir ku HDP ji hilbijartinê re amade ye û HDP dê dawiyê li zextên li ser gel pêk tê bîne. Namzetê din Nîhat Eraslan jî diyar kir ku tu pirsgirêka HDP'ê ya bendavê tuneye. Namzeta jin a HDP'ê Perî Çîftçî jî diyar kir ku HDP'ê 268 namzetên jîn nîşandan.

Meclîsa Jinan a Dortyolê ya HDP'ê jî li navçeya Dortyolê ya Hatayê bi jinan re civîn li dar xist.

ÎZMÎR

Namzetên HDP’ê yên Îzmîr êli Navenda Konreyê ya Tepekuleyê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin cem hev.

Ertugrul Kurkçu li vir axivî û got ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dê di 3’yê Gulanê de bê Îzmîrê û beşdarî xwarina piştevaniyê ya ji aliyê HDP’a Îzmîrê ve bê dayîn bibe. Kurkçu bilêv kir ku ew ê wekî partî ji bo ku 1’ê Gulanê bi awayekî xurt derbas bibe çi ji destên wan bê bikin û dixwazin bibin pira ku 1’ê Gulanê bi 7’ê Hezîranê re girê dide.

Kurkçu got ku heta ku AKP hebe li Tirkiyeyê ti guhertin pêk nayê û HDP’ê dê darbeyeke pir giran a ku hikûmet qet ne li bendê ye li hikûmetê bixe.

‘BERIYA DIYANETÊ JÎ OL HEBÛ’

Kurkçu têkîldarî rexneyên ku li Selahattîn Demîrtaş ji bo gotina wî ya dê Serokatiya Karên Diyanetê rakin tê kirin jî wiha got: “Gotinên vala yên wekî dê HDP ol rake dikin. Tu eleqeya baweriya gel a bi karên diyanetê re nîne. Beriya diyanetê jî ol hebû û dê piştî diyanetê jî ol hebe. Li şûna vê saziya bûye wekî baxçeyê pişt ê AKP’ê em ê saziyeke ku baweriyên gelê me kordîne dike, çavkaniyên cemaweriyê ji bo baweriyan wekhev tên parvekirin ava bikin. Ji bo HDP’ê tekana senaryoya rasteqîn heye ew jî herî kêm em ê 30 kursiyên parlamenteriyê ji AKP’ê bigirin e.”

‘EM Ê HERÎ KÊM BI 66 PARLAMENTERAN RE BIÇIN MECLÎSÊ’

Kurkçu destnîşan kir ku herî kêm HDP dê bi 66 parlamenteran ve bikeve meclîsê û wiha got: “Em ê 30 kursiyên parlamenteriyê ji AKP’ê bigirin. Em li Îzmîrê li her herêmê 3 parlamenteran derxînin. Êdî parlamenterên Îzmîrê yen ku pirsgirêkên gel bîne rojevê hebin.”

Piştî Kurkçu, Eylem Yildiz axivî û wiha got: “Îzmîr bajareke jinan e. HDP’ê jî parlamenterênj in ên layiqê Îzmîrê ne derxist. Em ji bo jin di meclîsê de bên temsîlkirin dixebitin. Yildiz anî ziman ku li Îzmîrî di dozên Soma, KCK û parka Geziyê de gelek parêzer hatine girtin û wiha berdewam kir: “Em li Îzmîrê gelek bêhiqûqî jiyan. Dema ku em li parêzerên hatine girtin ên li cihanê dinêrin di me de hejmar zêde bûne. Tekane sedema vê yekê heye ji ber ku ev parêzerên me mafên mirovan, mafên karker, kedkar û xizanan diparêzin tên girtin. Em jî wekî partî dixwazin van pêkûtî û cudakariyan ji holê rakin. Em ê di sibeha 8’ê Hezîranê de li qada Gundogduyê dixwazin govend, horon û zeybekê bilîzin.”

Piştî Yildiz Muslum Dogan axivî û qatlîama li dijî elewiyan şermezar kir. Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 30 Nisan 2015, 17:55
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER