22 gundên Qamişlo hatin azadkirin

Li ser daxwaza welatiyên gundên başûrrojhilatê bajarê Qamişlo hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev operasyonek li dijî terorîstên DAIŞ’ê lidar xist. Di encamê de 22 gund hatin rizgar kirin.

22 gundên Qamişlo hatin azadkirin
Li ser daxwaza welatiyên gundên başûrrojhilatê bajarê Qamişlo hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev operasyonek li dijî terorîstên DAIŞ’ê lidar xist. Di encamê de 22 gund hatin rizgar kirin.


Terorîstên DAIŞ’ê ev demeke gelek gund û deverên li başûrrojhilatê bajarê Qamişlo dagirkirine. Welatiyên van gundan ku nema dikarin xwe li kiryarên terorîstan rabigirin, bang li hêzên YPG’ê û YPJ’ê kirin ku wan ji vê rewşê rizgar bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG/YPJ’ê bersiva welatiyan da û dest bi operasyonekê li dijî terorîstan kir.

Di çarçoveya vê operasyonê de ku şevê din şervanên YPG’ê li başûrrojhilatê bajarê Qamişlo da destpêkirin, 22 gund hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin gundên ji terorîstên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ev in: “Diyabe, Heymer, Heymer El-Ukaş, Ebû Xedîr, Cilbarat, Mezraa Cilbarat, Cilbarata bi çûk, Xirbêt El-Bexil, Qesr Faris, Farsoka mezin, Huriyê, Muqrînat, Taya, Xirbêt El-Têr, Bizûna, Tewîl, Mezraa Ebû Hesen, Cîlkî, Mezlûma û du gundên din navên wan nehatin naskirin.”

Güncelleme Tarihi: 22 Şubat 2015, 12:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER