300 kurdên hatibûn revandin, hatin berdan

Komên Îslamî yên girêdayî Cebhit El- Nusra piştî destwerdana Desteya Parastinê ya Kantona Efîrnê 300 welatiyên Kurd ku dih revandibûn, serbest berdan.

300 kurdên hatibûn revandin, hatin berdan

Duh 300 sivîlên Kurd ên ji Kantona Efrînê li gundê Tiqad ê 20 kîlo metre dikeve rojavayê bajarê Helebê ji aliyê Cebhit El- Nusra ve li ser bendê kontirolê yê Teyara hatibûn revandin. Welatiyên ku hatibûn revandin tevî otobûsên wan ji Desteya Şerîî ya bajarokê El- Dana ya başûrê Idlibê ya di bin serweriya Cebhit El- Nusra de ye re hatibûn şandin.  

Piştî destwerdana Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê  hemû girît serbest hatin berdan. Girtî îro gihiştin navenda Asayîşê ya navçeya Cindirêsê û her kes çûn malên xwe.  

Çavkaniyekê  ji Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê ji ANHA´ê re ragihand ku piştî destwerdana wan girtî serbest hatin berdan. Heman çavkaniyê ragihand ku otobîs û tirimpêlên ku rêwî tê de hatin girtin, hîna li bajarokê El- Dana ya Idlibê ragirtîne.

Çavkaniyê diyar kir otopîs û tirimpêlên ku li bajarê Danayê ragirtîne 5 otobîsên  şîrketên˝ Henî Mon, Kelas, Şêrewayî, Mixtar û Hemreş˝ in. Her wiha tirimpêlên ji cureyên bîk ab, mîkro bas û teksiyekê ne.

Güncelleme Tarihi: 07 Nisan 2015, 20:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER