6 gund û girên stratîjîk hatin rizgar kirin

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de 6 gund û hin girên stratîjîk ji terorîstên DAIŞ’ê paqij kirin.

6 gund û girên stratîjîk hatin rizgar kirin

Nûçegihanên ANHA’yê ku berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li Kobanê dişopînin, ragihandin ku di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê ji terorîstên DAIŞ’ê de di 24 saetên dawiyê de şervanên YPG’ê rêzeçalakî lidar xistin, di encamê de gelek dever hatin rizgarkirin.

Li eniya rojavaya şervanên YPG’ê gundê Geteş, Berkel Keçelo û girê Zagiros ji terorîstên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Li eniya başûrûrojavyayê Kantonê jî şervanên YPG’ê gundê Piling û Şemê Rizgar kirin. Li engiya Rojava jî gundê Xirûs ji terorîstên DAIŞ’ê hate rizgar kirin.

Li engiya Rojhilat jî şervanên YPG’ê gundê kurikê ji terorîstan rizgar kirin. Her wiha şervanên YPG’ê hin girên stratîjîk li derdora kargeha çîmento  û 2 kargehên keviran li başûrûrojhilatê Kantonê ji terorîstan rizgar kirin. Şer û pevçûn li vê herêmê dewam dikin.

Şervanên YPG’ê li ser riya gundê Axbaş û Xanê yên rojhiltê Kantonê çalakiyek li dar xistin, di encamê de tirmpêleke terorîtên DAIŞ’ê hate rûxandin, hejmara kuştiyan wan ne diyar in.

Güncelleme Tarihi: 19 Şubat 2015, 14:18
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER