Ahmet Şik: Yekane hêza pêşî li AKP’ê bigire HDP ye

Rojnameger-nivîskar Ahmet Şik, di panela ku li Parlamentoya Swêdê pêk hat a têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de axivî.

Ahmet Şik: Yekane hêza pêşî li AKP’ê bigire HDP ye
 Rojnameger-nivîskar Ahmet Şik, di panela ku li Parlamentoya Swêdê pêk hat a der barê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de axivî.  Şik diyar kir ku  ‘mafyayek sultaniyê’ li Tirkiyeyê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê bi rê ve dibe û têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî da zanîn ku yekane rêbaza pêşî li dîktatoriya AKP’ê bigire, derbaskirina benda ji sedî 10 a HDP’ê ye.

ERDORAN DIKARE HER CURE XERABIYÊ BIKE

Şik destnîşan kir ku ji bo Erdogan li desthilatdariyê bimîne, dikare her cure xerabiyê bike. Şik, da zanîn ku di Osmaniyan de dema rojnameya yekem hatiye çapkirin şûnde çapemenî rastî zextan hatiye û rojnameger rastî sirgûn û cezayan hatine.

Şik bi lêv kir ku piştî Îttîat û Teraqiyê li dijî rojnamegeran êrîşek nû hatiye destpêkirin, cînayetên rojnamegeran hatine kirin ji 1909’an heta niha 110 rojnameger hatin kuştin û di dema komarê de jî hikûmetê bi hinceta berjewendiyên dewletê, êrîş û zext berdewam kirin. Şik got hîna jî zextên cidî li ser azadiya çapemeniyê hene.

DARBE JI ÇAPEMENIYÊ BÛ QONAXEK NÛ

Şik di berdewamiya axaftina xwe de got ku darbeya 12’ê Îlonê di aliyê çapemeniya Tirkiyeyê de wek qonaxek nû dikare bê nirxandin û saziyên çapemeniyê veguhertin saziyên ku zêdetir pere bidin qezenckirin. Şik wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên çapemeniyê sansûr û otosansur e. Yekan rêya vê jî rêxistinbûn û sendîkabûna xebatkarên çapemeniyê ne.”

ROJNAMEGERÊN HATINE KUŞTIN HEMÛ SOSYALÎST Û KURDIN

Şik da xuyakirin ku niha 23 rojnameger di girtîgehê de ne û AKP rojnamegerên di girtîgehê de wek terorîst bi nav dike û got: “Di serê salên 90’î de li dijî rojnamegeran êrîşên mezin çêbûn.  Di navbera 1992-1994’an de ji 30’î zêdetir rojnameger hatin qetilkirin. Piranî jî Kurd û sosyalîst bûn.

Di 2013’an de dema bûyerên Geziyê de çapemeniya alîgir ezmûnek xerab da û  vê helwestê jî rê li ber bertekên gel vekir û helwesta çapemeniyê protesto kirin.”

PATRONÊ MEZIN SEROKKOMAR E!

Şik bi lêv kir ku ji sedî 50’yê çapemeniyê di bin kontrola destilatdariya AKP’ê de û got: “Yekane xwediyê vê Recep Tayyîp Edogan e. Patronê herî mezin ê çapemeniya Tirkiyeyê serokkomar e.”

YEKANE HÊZA PÊŞÎ LI DÎKTATORIYA ERDOGAN BIGIRE HDP YE

Şik di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên 7’ê  Hezîranê û got: “Yekane hêza pêşî li dîktatoriya AKP’ê birê, HDP ye. Ji ber vê divê HDP benda ji sedî 10 derbas bike. Ne îdeolojîk, bi sedemên matematîk vê dibêjim.  Ji ber HDP bendê derbas bike, AKP bi tena serê xwe nabe desthilatdar. Qanûnê li gorî xwe nekare derbas bike.”

Güncelleme Tarihi: 23 Mayıs 2015, 18:58
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER