Anli: Divê hejmara dibistanên perwerdeya bi Kurdî didin zêde bibin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di axaftina xwe ya li resepsiyona salvegera damezrandina Weqfa Mezopotamyayê de diyar kir, ku divê hejmara dibistanên bi Kurdî perwerdeyê didin bên zêdekirin.

Anli: Divê hejmara dibistanên perwerdeya bi Kurdî didin zêde bibin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli di axaftina xwe ya li resepsiyona salvegera damezrandina Weqfa Mezopotamyayê de diyar kir, ku divê hejmara dibistanên bi Kurdî perwerdeyê didin bên zêdekirin.


Bi wesîleya 3. salvegera damezrandina Weqfa Mezopotamyayê, li Slaona Resepsiyonê ya Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, resepsiyonek hat dayîn.

Di resepsiyonê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek, Serokê Kurdî-Derê Alî Ozdemîr Erdem, ji Komîsyona Ziman a KCD'ê nivîskar Îrfan Babaoglû, Serokê Desteya Rêveber a Weqfa Mezopotamyayê Ahmet Yildirim û endamên weqfê amade bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Erdem ve hat kirin. Erdem bal kişand ser girîngiya ziman û bikaranîna li her qada jiyanê û destnîşan kir, ku ya ziman tine dike "oto asîmîlasyon" e. Nivîskarê Kurd Îrfan Babaoglû jî da xuyakirin ku divê Kurd dibistan û zanîngehên xwe ava bikin û bal kişand ser girîngiya karê Weqfa Mezopotamyayê dimeşîne.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî diyar kir ku Kurdî bi xeteriyeke cidî re rû bi rû ne û got, "Tevî ku li gorî 10 sal berê derfet bêhtir in jî, daxwaza di vî warî de ne mîna berê ye.. 

Hevşaredar Anli ragihand ku girîng e zanîngeha ji perwerdeya Kurdî bê avakirin, hejmara dibistan û xwendevanên Kurdî werin zêdekirin û destnîşan kir, ku xebatên Weqfê ji ber vê sedemê gelekî girîng in. 

Resepsiyon bi dayîn agahiyên li ser xebatên weqfê bi dawî bû.

Güncelleme Tarihi: 23 Şubat 2015, 16:54
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER