Bayik: HDP wê şoreşeke demokratîk pêk bîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane hêza dikare rewşa xetimandî ya rejîma li Tirkiyeyê ji holê rake HDP û hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana wê de li hev kom bûne, ye."

Bayik: HDP wê şoreşeke demokratîk pêk bîne
 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane hêza dikare rewşa xetimandî ya rejîma li Tirkiyeyê ji holê rake HDP û hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana wê de li hev kom bûne, ye."

Cemîl Bayik diyar kir ku eger hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana HDP'ê de civiyane di van hilbijartinan de pêngavekê bikin û bikevin parlamentê, wê pêşeroja Tirkiyeyê biguherînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev bang li gelê Başûrrojava kir:

DIVÊ HDP'Ê BI XURTÎ BIŞÎNIN MECLÎSÊ

"Ez gelê me yê li Başûrrojava dijî û her kesên ji bo HDP'ê xebata hilbijartinê dimeşîni, silav dikim. Bi rastî jî rojên em tê de ne, rojên awarte ne. Li Tirkiyeyê wê çarenûsa rejîmê diyar bibe. Em di rojên welê de dijîn ku ji nû ve birêxistinkirina rejîm û siyaseta xetimiye, di rojevê de ye. Li Tirkiyeyê yekane hêza dikare vê rewşa xetimandî ji holê rake HDP û hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana wê de li hev kom bûne, ye. Lewma berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî dikeve ser milê hêzên demokrasiyê. Ev hêz, ji bo serketina HDP'ê girîng e hewldaneke awarte nîşan bidin.

DIVÊ DEK Û DOLAB BÊN TÊKBIRIN

Ne tenê ji bo derbasbûna ji bendê xebat bên meşandin. Girîng e hem ji bo derbasbûna ji bendê hem jî ji bo afirandina encamên girîng xebat werin meşandin. Divê em ji bîr nekin; eger em bi tenê ji bo derbasbûna ji bendê bixebitin, em ê nikaribin bi dek û dolaban. Rêya têkbirina hîleyan, bi xurtî şandina HDP'ê ber bi parlamentê ye.

HDP WÊ ÇARENÛSA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE

Eger hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana HDP'ê de li hev civiiyane pêngaveke mezin bikin û biçin parlamentê, wê pêşeroja Tirkiyeyê biguherînin.

Lewma divê mirov weke hilbijartineke ji rêzê nêzî vê hilbijartinê nebin. Ev hilbijartin wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Yên ku vê diyar bikin jî HDP û hêzên di bin sîwana HDP'ê de civiyane.

PLANA ŞARK ISLAHAT HERÎ ZÊDE LI VIR BICIH HAT ANÎN

Herêma Başûrrojava di dîrokê de cihekî ku nêrîna demokratîk lê bi xurtî jiya ye. Ji ber vê yekê navenda şerê taybet polîtîkayeke taybet li hemberî vê herêmê meşandiye. Plana Şark Islahat ji aliyê esasî ve li vê herêmê bicih hatiye anîn. Ji ber vê yekê asîmîlasyon, koçberkirin û li hin cihan jî tinekirina fîzîkî li vê herêmê hatiye kirin. Xwestine vê herêmê vala bikin û bê bandor bihêlin. Xwestine bandora nêrîna azadîparêz û demokratîk a li vê herêmê bişikînin. Ji ber pêkanînên antî demokratîk gelek mirovên me yên li vê herêmê ji cih û warên xwe bûne, neçar mane welatê xwe biterikînin. Beşek jê neçar mane biçin bajarên Tirkiyeyê beşek jî koçî Ewropayê kirine.

MIROVÊN ME YÊN BI ZORÊ HATINE KOÇBERKIRIN WÊ BIGIHÊJIN XAKA XWE

Bi taybetî civata me ya Elewî ya li vê herêmê dijî, ji ber baweriya xwe hatiye qetilkirin û sirgûnkirin. Civata me ya Elewî jî ji bo karibe xwe biparêze, neçar maye cih û warên xwe biterikîne. Lewma serketina HDP'ê girîng e. Wê derfetên vegerê bide mirovên me yên bi zorê hatine koçberkirin. Wê bigihêjin ax, gund û xizmên xwe. Ji ber vê yekê xurtbûna HDP'ê bi taybetî li herêma Başûrrojava gelekî girîng e. Ev yek wê çarenûsa vê herêmê û Tirkiyeyê diyar bike.

EV HERÊM HERÊMEKE NETEWEYA DEMOKRATÎK LÊ BÊ MEYANDIN E

Ev herêm herêmekek u gelek çand, ol û mezheb bi hev re lê dijîn e. Herêmeke ku neteweya demokratîk lê bê meyandin, pêşvebirin û bi ser xistin e.

Herêmeke bingeha biratî û yekîtiya rasteqîn lê were pêşvebirin û xurtkirin e. Herêmeke ku nakokî, pevçûn û dijminatiya rejîma şerê taybet berê lê afirand, jê were rakirin e.

SERKETINA HDP'Ê WÊ TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK BIAFIRÎNE

Kurdistan û Tirkiye ancax bi HDP'ê re bigihêje herêmeke lê were jiyîn. Lewma gelên me yên li Semsûr, Mereş, Meletî, Sêwas û Dîlokê, bi taybetî Kurd, Elewî, jin, ciwan, kedkar, karker, karmend pêwîste di van hilbijartinan de kedeke awarte nîşan bidin û HDP'ê bi teqezî bi ser bixînin. Ev yek wê ne tenê serketina vê herêmê be. Wê ji bo ji holê rakirina rewşa xetimandî ya li Tirkiyeyê rê veke. Ev yek wê pêşî li afirandina Tirkiyeyeke nû, Tirkiyeyeke li ser bingeha demokratîk, veke.

BAŞÛRROJAVA WÊ BIGIHÊJE NASNAME Û NIRXÊN XWE

Serketina HDP'ê di serî de pirsgirêka Kurd wê rêya çareseriya bi siyasetê ji gelek pirsgirêkan re derxîne holê. Ev yek wê li Tirkiyeyê şoreşeke demokratîk pêk bîne. Ev yek wê jiyaneke nû, jiyaneke azad, civakeke azad û kesayetekî azad derxîne holê. Li ser vê bingehê endamên derkevin holê wê Başûrrojava bigihîne nirx û nasnameya xwe. Lewma mirovên me, gel, çand, ol û mezhebên li Başûrrojava dijîn, girîng e vê rastiyê bibînin, giraniyê bidin hilbijartinan, bi şev û roj bixebitin û endameke xurt bi dest bixin. Bi vê bîr û baweriyê, wê serketin bi dest bikeve. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim."

Güncelleme Tarihi: 26 Mayıs 2015, 13:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER