Cenazeyê Duman Hat Defınkırın

Gerîlaya YJA Starê Aycan Duman (Sorxwîn Can) a di sala 2012’an de şehîd ket ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Cenazeyê Duman Hat Defınkırın
Gerîlaya YJA Starê Aycan Duman (Sorxwîn Can) a di sala 2012’an de şehîd ket ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Cenazeyê Duman li ber Restoranta Hîtî a Wanê, bi konvoyeke ji sedan wesayîtî pêk tê hat pêşwazîkirin. Jinan cenazeyê Duman li Demîrkopru hilgirtin ser milan û birin Şehîdgeha Yenî Mahalleyê û cenaze bi dirûşmeyan hat definkirin. Piştî cenaze hat definkirin ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn diyar kir ku têkoşîna Kurdistanê têkoşîneke jinê ye. Şahîn ragihand ku ev têkoşîn ji Zîlanan, Bêrîtanan, Viyanan heta Aycanan hatiye û wiha got: “Ji ber vê yekê wezîfeya xwedîderketina li mîrateya wan a têkoşînê, wezîfeya me ye. Em ji vê derê soza dilsoziya bi têkoşîna wan re didin.” Piştî merasîma cenaze girseya gel, çû konê serxweşiyê û ji malbatê re sersaxî xwest. Li Elka Şirnexê ji bo şervanê YPG’ê Abdullah Durmuş (Mêrxas Kato) yê di encama Pêngava Azadkirina gundê Kobanê de şehîd ket li konê sersaxiyê ya taxa gel mewlûd hat dayîn.
Güncelleme Tarihi: 26 Şubat 2015, 11:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER