Cenazeyê Ergîn ê YPG’î şandin Dêrikê

Şervanê YPG’ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ku li Kobanê birîndar bû û anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da şandin Dêrik a Mêrdînê.

Cenazeyê Ergîn ê YPG’î şandin Dêrikê
Şervanê YPG’ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ku li Kobanê birîndar bû û anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da şandin Dêrik a Mêrdînê. Hat hînbûn ku wê cenazeyê Ergîn îro li taxa Zeytînpinar Goristana Heremiya bê definkirin.


Şervanê YPG’ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) di 19’ê Adarê de di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û  ji ser deriyê Murşîtpinarê (Kobanê Serxet) anîn nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Mehmet

Akîf Înan a Rihayê.Ligel hemû mudaxaleyan Ergîn nehat rizgarkirin û cenazeyê wî şandibûn morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiya hat kirin malbata Ergîn ji Dêrikê hat û piştî teşhîskirina cenazeyê, ligel rêveberên MEYADER’ê berbi Dêrikê ve xistin rê.

Cenaze wê îro li taxa Zeytînpinar li Goristana Herêmiya bê definkirin.

Güncelleme Tarihi: 23 Mart 2015, 12:23
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER