Cenazeyê şervanê YPG’' Elî Gulo bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Gulo (Mazlum Botan) ku di berxwedana bajaroka Til Birak de birîndar bibû û duh (7 Nîsanê) li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeyan hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’' Elî Gulo bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Şervanê YPG’ê Elî Gulo (Mazlum Botan) ku li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li bajarê Qamişlo dihat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gulo îro ji aliyê sedan kesan ve ji ber mala malbata wî ya li taxa Hilêliyê hate wergirtin û bi karwanekî tirimpêlan û dirûşmeyên ku dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re tînin ziman, birin Mala Gel a Enteriyê.

Girseya gel li vir darbesta şervanê YPG’ê Elî Gulo rakirin ser milan û bi meşê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve derxistin rê. Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, rêveberên TEV-DEM, Saziyên Civaka Sivîl, rêxistina Yekîtiya Star û bi sedan kes amade bûn.

Di meşê de wêneyên şervanê YPG’ê Elî Gulo û cangoriyên azadiyê, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ’ê hatin vekirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Dema cenaze gihîşt goristanê hejmara welatiyan jî gihîşt hezaran kesî. Li goristanê ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Rêveberiyê Xweser Cigirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam axivî û got: “Dara azadiyê malbata Gulo bi xwîna xwe av dide. Îro em hemû temsîla Elî Gulo dikin. Bi saya van şehîdan îro keleha berxwedanê mezin û bilind dibe.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen jî ev tişt anîn ziman: “Piştî şehîd pêwîste em kar û erka dikeve ser milê me hemûyan bi awayekî herî baş pêk bînin. Yên ku îro Rêveberiya Xweser diparêzin, şervanên me yên YPG û YPJ’ê ne. Ne tenê Til Berak em ê hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên DIAŞ’ê paqij bikin. Ez soz didim şehîdan ku heya dawiyê di rêka wan de bimeşin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şehnaz Emîn, ji malbatê û tevahî gelê kurd re sersaxî xwest û diyar kir ew ê heya dawiyê weke dayîk li pey şehîdên xwe bimeşin.

Piştre nasnameya şervanê YPG’ê Elî Gulo (Mazlûm Botan) hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li ser navê malbata şervanê YPG’ê Elî Gulo bapîrê wî Yusuf Gulo axivî û got: “Çawa ku Hz. Îbrahîm kurê xwe ji bo cejinê kir qurban, min jî neviyê xwe Elî Gulo kir qurban. Pêwîst bike ezê hemû zarokên xwe yên din jî di vê rêya bi namus de bidim. Min sozek da Rêber APO ku heya ev şoreş berdewam bike  ezê ji trênê peya nebim. Di dawiyê de ez bejina xwe li ber dayîkên şehîdan ditewînim.”

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Gulo (Mazlûm Botan)  bi dirûşeyêmên “Şehîd namirin” spartin axê.

Konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Elî Gulo li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo hate vedan.

Güncelleme Tarihi: 08 Nisan 2015, 20:08
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER