Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê ber ve goristana Şehîd Ristem ve hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên 4 şevanên YPG’ê ku di berxwedana gundê Til Xenzîr li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyan xwe ji dest dan, oxir kirin.

Bi armanca oxir kirina cenazeyên şervanên YPG’ê Sibhî Şêx (Ferhad Serêkaniyê), Quseyî Şêxo (Cîger)û Ebûd Ebdulah ( Agirî Til Xenzîr)ên di berxwedanaSRK-MERASIME-4-SEHIDA-3 gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarê Serêkaniyê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê li pêşiya Nexweşxaneya Roj kom bûn.

Welatiyan ku wêneyên tekoşeran û alên Kurdî hildabûn cenazeyên tekoşeran ji nexweşxaneya Roj wergitin û bi dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşeran re û “Bijî  berxwedana YPG’ê û YPJ’ê” berz dikirin, bi karwanekî tirimpêlan berbe goristina şehîd Ristem Cudî ya li gundê Berkevirê ya bajaêr Dirbêsiyê ve rêketin.

Wê cenazeyên tekoşeran li goristina şehîd Ristem Cudî werin definkirin. / ANHA

Güncelleme Tarihi: 18 Mart 2015, 15:22
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER