Îdîaya li Wanê jinekê întîxar kiriye

Li Taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîşa Wanê hat îdîakirin ku jina bi navê N. N (24) bi çekê întîxar kiriye.

Îdîaya li Wanê jinekê întîxar kiriye
Li Taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîşa  Wanê hat îdîakirin ku jina bi navê N. N (24) bi çekê întîxar kiriye.


Hate gotin ku li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê N.N bi çeka ku daye bi çekê xwe întîxar kiriye, bi alîkariya gelê taxê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. N.N piştre rakirin Nexweşxaneya Stenbolê ya Taybet a Wanê.  N.N ya ku li beşa lezgîn tê girtin, hat hînbûn ku ji ber serê wê werimiye (di serî de odem derketiye) nehatine emeliyetkirin. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku xetereya jiyana N.N didome.  Rêveberên DBP-HDP, aktîvîstên KJA’yê piştî bûyer bihîstin hatin nexweşxaneyê û têkildarî tenduristiya N. N. agahî girtin. Xizmên N.N diyar kirin ku jina ciwan N.N. bi hevserê xwe re lihev nedikir, demek berê li bavê xwe geriyaye û gotiye ku ew êdî nekare li ber xwe bide û wê întîxar bike. Dozgeriyê têkildarî mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.

Güncelleme Tarihi: 03 Nisan 2015, 18:11
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER