Şandeyek ji Odeya Endezyarên Amedê ku ji hemû beşên endizyaran pêk tê, ji bo ku di warê jinûve avakirina Kobanê de danustendinan bikin, Îro di seat 13.30’an di Deriyê Sînor ê Murşîdpînarê derbasî Kantona Kobanê bû. Şande ji alî endamên Desteya Jinûve Avakirina Kobanê ve hate pêşwazîkiri.
Endamên şandeyê piştre li kolanên bajar geriyan û li qada Azadiyê daxuyaniyek hate dayîn. Li vir li ser navê Desteya Jinûve Avakirina Kobanê Mistefa Ebdî axivî û got: “Em spasiya Odeya Endizyarên Amedê dikin ji ber ku li ser banga me hatine Kobanê û rewşa Kobanê ji nêz ve şopandin. Em ê mil bi mil Kobanê ji nûve ava bikin. Em bang li hemû endizyarên welat û derveyî welat dikin ku ew jî cihê xwe di nava avakirina Kobanê de bigirin “.
Li ser navê Odeya Endezyarên Amedê Ehmed Solmaz jî rizgarkirina Kobanê li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha dom kir: “Berxwedaniya ku li Kobanê hatiye meşandin di dîroka kurdan de rûpeleke nû vekir. Ji bona vê pêwîste gelê Kurd bi tevahî cihê xwe di avakirina Kobanê de bigire. Em wekî endizyarên Amedê bi hemû beşên xwe rewşa Kobanê ji nêz ve dişopînin û em ê di demeke nêz de karê xwe li Kobanê bidin destpêkirin.”
Piştî daxuyaniyê şande derbasî avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû û ji wir jî dîsa vegeriya Bakûr.
Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2015, 11:08