Fermandarê YPG: Soza me dabû gelê xwe û şehîdan pêk hat

Yek ji fermandarê YPG’ê Rodî Qamşlo diyar kir ku şervanên YPG/YPJ’ê li ser banga gundiyên herêma rojavayê Kantona Cizîrê pêngava rizgarkirinê dane destpêkirin û wiha got:

Fermandarê YPG: Soza me dabû gelê xwe û şehîdan pêk hat
Yek ji fermandarê YPG’ê Rodî Qamşlo diyar kir ku şervanên YPG/YPJ’ê li ser banga gundiyên herêma rojavayê Kantona Cizîrê pêngava rizgarkirinê dane destpêkirin û wiha got: ˮBi rizgarkirina Çiyayê Kizwanan soza me dabû gelê xwe û şehîdên xwe pêk hat. Pêngava me dê heta rizgarkirina hemû gundên herêmê dom bike.ˮ


Şervanên YPG/YPJ’ê di roja 14’an de a pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de herêma Çiyayê Kizwanan (Ebdulezîz) rizgarkirin. Têkildarî opersyonên hatin meşandin yek ji fermandarên YPG’ê Rodî Qamişlo li ser quntara Çiyayê Kizwanan derbarê Pêngavê de ji ANHA’yê re axivî.

Fermandar Rodî Qamişlo, diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku di 6’ê Gulanê de dan destpêkirin gelek gund û gundikên herênên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û piştre jî Çiyayê Kizwanan hate rizgarkirin.

Qamişlo, destnîşan kir ku rizgarkirina Çiyayê Kizwanan girîngtirîn encamên Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ bû û wiha dom kir: ˮEm niha li ser çiyayê Kizwanan ne, ev serkeftineke dîrokiye ku hêzên me bi dest dixe. Em bi vê serkeftinên kêfxweşin. Bi vê yekê me soza dabû hevalên xwe yên şehîd û gelê me pêk anî. Me xewnên wan pêk anîn, bi vê yekê em serbilbindin.ˮ

Hejmareke mezin çete li herêmê bûn

Rodî Qamişlo, da zanîn ku çeteyan xwe bi hêzeke mezin di çiyayên Kizwanan de bi cih kiribûn û wiha dom kir: ˮHêzeke wan a mezin di herêmê de bû. Lê tevlî çekên wan ên giran û hêza wan a mezin xwe li ber derbeyên şervanên me ne giritin. Me wan têk bir, Bi sedan çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxaneya wan hate destserkirin.ˮ

Qamişlo di dirêjaya axaftina xwe de got ku çeteyan dema ji herêmê êrîşî Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê dikirin digotin qey şervanên YPG û YPJ’ê têk dibin û wiha pê de çû: ˮPiştî ku me pêngava ˮFermandar Rûbarˮ da destpêkirin, çete ji herêma Serêkaniyê reviyan û xwe li depoyên genim ên Aliya de xwe bi cih kirin. Ew depo bilindin û ji wir herêmê dixistin bin hakimiyeta xwe de. Bi vê yekê digotin qey dê karibin li ber derbeyên hêzên me li ber xwe bidin.Lê şervanên me derbeyên giran li wan dan û dopoyên genim ên Aliya ji wan rizgar kirin.ˮ

Rizgarkirina Çiyayê Kizwanan

Qamişlo, destnîşan kir ku bi rizgarkirina herêma Çiyeyê Kizwanan mezintirîn navenda çeteyan mîna serkeftin û berxwedana şervanên YPG’yê û ev tişt anî ziman: ˮŞervanên me hemû pêkhatyên herêmê diparêzin û dikarin biparêzin. Rizgarkirina navenda çeteyan a herî mezin û asê mînaka wê yekê ye.ˮ

Pêngava hêzên me berdewame

Qamişlo, da diyarkirin ku hêzên wan dê pêngava Fermandar Rûbar heta rizgarkirina hemû gundên herêmê bidomînin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: ˮPêngava me dê heta rizgarkirina hemû gundên herêma Til Temir bidome. Em ê tavahiya herêmê ji çeteyan rizgar bikin. çeteyên DAIŞ’ê hêzeke tariye bi armanca tirsandina pêkhateyên herênê hatiye avakirin, lê em ê bi piştgiriya hemû pêkhateyan bi ser kevein û em ê bi israr berxwedana xwe bidomînin.ˮ

Güncelleme Tarihi: 21 Mayıs 2015, 12:00
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER