Gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û di sala dawî de rewşa wê giran bû, jiyana xwe ji dest daye.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û di sala dawî de rewşa wê giran bû, jiyana xwe ji dest daye.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku gerîlaya YJA Starê Tûgba Taylan bi nasnav Arjîn Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît û di sala dawî de rewşa wê giran bû, di 8'ê Nîsana 2015'an de jiyana xwe ji dest daye.

Navendê destnîşan kir ku Arjîn Amed (Tûgba Taylan) di salên ku êrîşên giran li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dihatin kirin de tevlî refên gerîla bû, li çiyê bi biryardarî bû xwedî meşeke bêhempa û got, "Rêhevala Arjîn ku kêfxweşiya mezin a tevlîbûna li nava refên gerîla jiya û li ser vê bingehê xwe bi pêş ve xist, ji Botanê heta Zagrosan û Behdînanê li gelek qadan bi awayekî aktîf di nava têkoşînê de cih girt. Bi hişmendiya bicihanîna berpirsyariyên dîrokî, wezîfeyên xwe bi biryardariyeke mezin bicih aniye û têkoşiya ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gerîlayeke YPJA Starê, ji bo meşa azadiyê di her kêliyê de bi rengê jinê yê azad biafirîne xwe bi zanistiya Rêber Apo perwerde kiriye û ji bo meşa di şopa Zîlan û Bêrîtanan de bi awayêk herî xurt pêk bîne, kedeke bê eman daye. Rêhevala Arjîn hesreta xwe ya li rêhevalên jin û tevahiya gelê Kurdistanê her tim zindî hişt û mezin kir. Bi vê evîna xwe re bû xwedî meşeke xurt a milîtanî." Navendê diyar kir ku Arjîn Amed, nivîsandin, kişandina wêneyên her kêliyên bedewiya gerîlayên bi çiyayên Kurdistanê re bûne yek ji xwe re weke wezîfeyeke girîng didît û xebateke bi bandor a çapemeniyê meşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku Amed a demeke dirêj e ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî didît, di sala dawî de rewşa wê giran bû û got, "Hevala me Arjîn Amed di 8'ê Nîsanê de şehîd ket û cihê xwe di nava şehîdên azadiyê yên Kurdistanê de girt. Em soz didin ku bi berpirsyariya dilsoziya bi bîranîna wê re, em ê berpirsyariya dîrokî ya dewrî me kiriye bicih bînin û di kesayetiya rêhevala Arjîn de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin."

Güncelleme Tarihi: 09 Nisan 2015, 17:28
YORUM EKLE
YORUMLAR
suat bora
suat bora - 9 yıl Önce

hepimizin ortak değeri olan yoldaşımız Arjin Amed e Allah'tan rahmet başta anne ve babası ve bütün takipçilerine sabır diliyorum SAYGILARIÖLA suat bora

SIRADAKİ HABER