HDP: Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê

Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Ewropayê banga "Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê" li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.

HDP: Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Ewropayê banga "Li derveyî welat bibe dildarê HDP'ê" li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.


Komîsyonê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku piştî 7'ê Hezîrana 2015'an ji bo Tirkiyeyeke hîn bêhtir jiyaneke bedew lê hebe pêk were, gelekî girîng e ku HDP di van hilbijartinan de bi ser bikeve.

Komîsyona HDP'ê ragihand ku li derveyî welat potansiyeleke mezin a hilbijêran heye û got, "Her dengê ji Ewropayê ji bo HDP'ê were bikaranîn, wê hilweşandina benda hilbijartinê hêsantir bike.

Ji bo di komîsyonên hilbijartinê yên li her bajarên Ewropayê hatine avakirin bixebitin, pêwîstiya me bi hevalên dildar hene, ku ji bo HDP'ê tevbigerin.

Ji ber vê yekê em bang li we dikin ku di kampanya hilbijartinê ya derveyî welat a HDP'ê de cih bigirin.

Ji bo welatekî serketî, divê em xwe bigihînin her kesê 'mafê wan hatiye xwarin'. Girîng e em biçin her malê, rû bi rû bi her mirovî re têkiliyê deynin, ji mirovên ji her bawerî, nasname û beşên civakê bixwazin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Eger hûn forma li jêrê dagirin, ji me re bişînin û qada ku hûn dixwazin lê bixebitin diyar bikin, em ê karibin xwe bigihînin we.

Ji bo hilweşandina bendê, her kes dikare tiştekî bike!

Nav paşnav:
E-mail:
Nûmaraya telefona destan:
Welat û bajarê hûn lê dijîn:

Em rica dikin ku agahiyên xwe bişînin navnîşana [email protected] û wê ji we re bersiv bê dayîn."

//tr.hdpeurope.eu/

https://www.facebook.com/hdpeurope

Güncelleme Tarihi: 26 Mart 2015, 11:13
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER