N.S. hat veşartin

Cenazeyê N.S. a di 16 saliya xwe de hat zewicandin û tê îdîakirin ku ji ber şîdeta dîtiye "dawî li jiyana xwe aniye" hat veşartin.

N.S. hat veşartin
Cenazeyê N.S. a di 16 saliya xwe de hat zewicandin û tê îdîakirin ku ji ber şîdeta dîtiye "dawî li jiyana xwe aniye" hat veşartin.


Cenazeyê N.S. (18) a li navçeya Wan Ebexê di 16 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û tê îdîakirin ku ji ber şîdeta lê rast hat bi debanceya bavê xwe "dawî li jiyana xwe anî" li gundê Kamercîk ê navçeya Agirî Bazîdê hat veşartin. Li dû otopsiya li Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) cenazeyê N.S. hilgirtin ser milan û şandinê warê wê Agirî.

Cenazeyê N.S. ji aliyê malbatê ve li gundê Kamercîkê hat veşartin.

Güncelleme Tarihi: 26 Mart 2015, 11:27
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER