Zagros: PKK tevgera qehremaniyê ye

Hefteya qehremaniyê ya di navbera 21-28'ê Adarê de, ji bo Kurdan mîladeke nû temsîl dike. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros li ser hefteya qehremaniyê ji ANF'ê re axivî. Zagros destnîşan kir ku PKK tevgera qehremaniyê ye.

Zagros: PKK tevgera qehremaniyê ye
 Hefteya qehremaniyê ku di 21 Adarê de bi ji destdayîna jiyanê ya Mazlûm Dogan re destpê dike û di 28 Adarê de ji destdayîna jiyanê ya Mahsum Korkmaz (Egîd) re bi dawî dibe, ji bo Kurdan mîladeke nû temsîl dike. Çawa Newroz di dîroka gele Kurd da mîlada rojeke nû, rojên azadî û rizgariyê ye, ev cangoriyê leheng jî ji bo gelê Kurd Newrozeke nûjen e. Bi eşqa xwe ya azadiyê, bi sekna xwe a serhildêr û bi lehengiya xwe  bihareke nû di hiş û dil Kurdan de şînkirin. Bi munasebeta hefteya qehremaniyê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Zaxo Zagros ji ANF'ê re axivî. Zagros, got ku PKK tevgera qehremaniyê ye. 


'XETA XIYANETÊ TÊK ÇÛYE'

Zagros da xuyakirin ku diyalîktîka qehremanî û xiyanetê dibe ku mîna du hespan her dem bi hev re beziyane û  got, "Pergala dagirker bi rêya polîtkayên pişaftinê û qirkirina çandî, hiştiye ku kesayeteke xayin û ji rastiya xwe dûr bê avakirin. Ev kesayet ji bo ez ezîtiya xwe û armancên xwe ên ji rêzê, kare hemû civaka xwe û rûmeta xwe bifiroşe. Ji ber ku ketina kesayetê li Kurdistanê gelek kûr û mezin e, li hember wê qehremanî jî ewqas bilind û mezine xwe afirandiye. Mirov kare bêje ku şerê herî dijwar û tûj di navbera her du kesayetan de di tevgera me PKK'ê de derketiye holê. Li hember teslîmiyet, xwe firotin û bê rûmetiyê seknên bi hêz û dîrokî çêbûne. Her ku kesayeta xayin xwestiye xwe di PKK'ê de bi hêz bike û serwer bike, li hember wê pêngaveke qehremanî pêşketiye û xeta xiyanetê têk çûye. Sedema sereke ku hiştiye PKK li hember hemû êrîşên hovane ên dijimin û sixurên wan têk neçe û mezin bibe ev ruhê qehremaniya bilind a ku derketiye holê ye. Wê ne şaş be ku mirov bêje, PKK tevgera qehremaniyê ye. Ji ber qehremanî  kirdeya vê tevgerê ye û tilsima vê meşa dîrokî ye."
 
'QEHREMAN XWEDÎ EŞQÊN MEZIN IN'

Zagros diyar kir ku qehremanî, asta herî bilind ji civakbûnê ye û yekîtiya bihêz a di navbera fikir, zikir û çalakiyê de ye. Zagros axaftina xwe wiha dewam kir: "Qehremanî tê wateya ku kes di xwe de hemû nirxên civakê kom bike û biparêze. Kesên qehreman kesên xwedî eşqên mezin in. Bi qas ku baweriya wan mezine, ewqas zane û xwedî armancên bilind in. Sedema ku dihêle di çavê civakê de bibin pirozbahî û bêmirin bin ev taybetmendiyên wan e. Ew; kesên ku xwe dişewetînin heta ku dil û mejiyên gelê xwe ronahî bikin, ew li ber xwe didin heta ku azadiyê bi afrînin. Dema mirov dîroka tekoşîna hevalên mîna Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Egîd, Sema, Zekiye Alkan, Rehşan ku bûne pêşengên karwanên xeta qehremaniyê lêkolîn dike û li ser disekine, mirov baş dibîne ku ew bi jiyana xwe û bi çalakiya xwe bûne ziman, hiş û mejiyê hemû bindestan. Hemû nasnameyên ku di zekratê de bûn û ber bi tinebûnê ve diçûn, hemû hêvî û bendewarî careke din di wan de vejîneke nû çêkiriye.  Ev heval ne di jiyana xwe de ne di şerê xwe de ti car li hember dijimin bi bin neketin. Rêheval Mazlûm di demeke ku dijimin dixwest her tiştî bi dawî bike, canê xwe kir çek û bi agirê bedena xwe li dijî faşîzmê şer kir."

'EGÎD WEKE NAVÊ XWE BÛ'

Zagros anî ziman ku Egîd jî mîna Mazlûm Dogan yek ji wan kesên ku ti car di hişmendiya gelê Kurd de nayê ji bîrkirine. Zagros ragihand ku Egîd mîna navê xwe bû û got," Egîd, ji bo gel ji qirkirinê rizgar bike canê xwe danî holê. Hem di warê teorî de hem di pratîk de xeta parastina rewa wê çawa pêk were daniye holê. Lewma ew hem stratîcîst bû hem jî tektîksiyen bû. Ew ne tenê li hember dijmin qehreman bû, li hember hemû rengên paşverûtiyê û çetetiyê xwedî helwest û bi cesaret bû. Ez bawerim ê ku hişt rêheval Egîd bibe qehreman jî ev e. Li gor heqîqetê jiya, helwest dan nîşan dan û çalakiya wê pêşxistin taybetmendiya serek a rêheval Egîd bû. Wî şer di serî de di xwe de bi ser xistbû lewma jî ew bê tirs û leheng bû. Ew şervanê gel, lewma heta dawiyê dilsoz û dilnizm bû. Ew hevalê rêhevalan bû. Eger îro dijminekî hov mîna DAIŞ nikare xwe li ber gerîla bigire sedema vê yekê mîrate û ruhê rêheval Egîd, Zilan û bi hezaran qehremanên wekî wan e. Dîsa eger îro gelê Kurd cesareta xwe parastinê dide nîşan dan û hêzên xwe yên parastinê li her çar parçeyên Kurdistanê pêş dixe, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Rêheval Egîd şûna xwe ne tenê artêşek, wî gelek xwedî hemû çekên parastinê afirand, ev jî destana wî ya qehremaniyê pir baş tîne serziman."

Zagros ragihand ku cangoriyên hefteya qehremaniyê, bi qasî rola xwe ya diyarker a di têkoşîna azadiyê de, di têkoşîna azadiya jinê de jî xwedî wateyeke mezin in û axaftina xwe wiha dewam kir; "Rêheval Zekiye Alkan, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvan bi agirê canê xwe rêyeke jiyanê ya nû ji bo jinên Kurd vekirin. Rêheval Zekiye Alkan, li hember siyaseta tirsê, xwe înkarkirinê û bêçaretiyê ya ku li Amedê dihate birêvebirin çalakiya xwe pêş xist. Di heman demê wê nerazîna xwe li hember rewşa xerab a ku jin pê re rû bi rû dima da nîşandan. Ev jî lêgera wê ya azadiyê datîne holê. Ruhê wê yê azad hemû rengê fihûşê ku li ser civaka me dihate meşandin isyan kir û ev hişt ku bi çalakiyekî wiha rabe. Eger girêdana wê bi axê, bi gel û bi azadiya jinê re ne xurt ba ew nikarî bû bibe xwedî çalakiyeke wiha. Rêheval Rahşan Demîrel jî yek ji qehremanên ku bi çalakiya xwe hemû Kurdistan hejand, tevî ku keçeke temen biçûk bû jî, lê ew miroveke heta dawiyê li hember jiyanê hestyar û hişyar bû. Dîsa yek ji çalakiyên ku mora xwe li salên 90 da çalakiya rêheval Ronahî û Bêrîvan bû. Li cihekî mîna Ewropa ku dil û hişê mirovan ji wan didize û wan pûç dike, ruhê xwe parastin bi serê xwe hêzekî mezine. Zanebûna wan, cesareta wan, biryara wan, plana çalakiya wan û kilîtkirina wan di serketinê de tevahî Ewropa matmayî kir. Wan bi agirê bedena xwe xwestin ez ezî, jiyana sexte, bi nirxên xwe re xiyaneta ku Ewropa dixwest pêş bixe bişewitinîn. Eger îro tevgera azadiya jinê hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, çavkaniya xwe ji ruh, zanist, jiyan û çalakiya van hevalan digre. Wan bi bedena xwe agirê jiyana azad  vêxistin û hiştin ku bi sed hezaran jin bi xweliya wan ji nû ve ruhê xwe, bedena xwe û jiyana xwe  biafrînin."

'TI HÊZ NIKARE JINÊN BI EXLAQÊ AZADIYÊ HATINE XEMILANDIN, DÎL BIGIRE'

Zagros behsa 15 gerîalyên di sala 2011'an de li qada Garzanê jiyana xwe ji dest kir û diyar kir ku van 15 gerîlayan di pirtûka lehengiyê de rûpeleke nû vekirine. Zagros goto, ""Berxwedana van 15 hevalan li hember  artêşa Tirk, her wiha ji bo nekevin destê dijmin bombê xwe bi xwe ve teqandin asta biryar, israra di jiyana azad de dide nîşandan. Di serî de rêheval Arjîn û tevahî hevalên di wê destana berxwedaniyê de cih girtine, îspat kirn ku ti hêz nikare jinên ku bi felsefe û exlaqê azadiyê ve hatine xemiladin dîl werbigire. Lewma jî wan heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û xelekekî nû li xelekên zêrîn ên dîroka me zêde kirin. Dîsa berxwedana van hevalan sembola hevgirtina rast a jinê da diyarkirin. Bi heman helwest li hember dijmin rawestandin nîşana vê yekê ye. Bi sekna xwe û bi şerê xwe dan diyarkirin ku jineke rêxistinkirî û hişmend ti car tenezulê jiyana bê rûmete nake. Şehadeta wan hişt ku di hemû jinan de zanesta xwe parastinê pêş bikeve. Her wiha ji bo jinan peyama 'an jiyanekî azad an jî jiyan ji bo me heram e'  dan, ev jî manîfestoya ku hemû jin xwe li ser wê zane bikin, rêk bixin û bibin hêza çalakiyê ye."

'EM DEYNDARÊ VAN RÊBERAN E'

Zagros, di dawiya axaftina xwe de got, "Ger em îro weke gel û weke jin xwedî nasname û hebûn in, dîsa eger em karin behsa xwebûyîna xwe bikin em deyindarê van rêberan e. Lewma jî weke şopdarên wan û şervanên wan gelek erk dikevin ser milê me. Ji bo ku em meşa wan a pîroz bi azadiya mayînde re tacîdar bikin, pêwîste em rêhevaltiyeke rast ji wan re bikin. Çawa ew  bûn şervanê soza xwe, divê em jî bibin şervanên armancên wan. Wan ji bo me destpêkekî serketî bexşandin divê em jî dawiyekî serketî bexşî gelê xwe bikin. Ancex bi vî rengî em karin layiqî rêhevaltiya wan û lehengtiya wan bibin."

Güncelleme Tarihi: 26 Mart 2015, 11:21
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER