Ji Dayikên Aştiyê alîkariya nexweşxaneyê

Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê bi armanca ku alîkariya madî bidin nexweşxaneya tê çêkirin, serdana Kobanê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê alîkariya nexweşxaneyê
Dayîkên Aştiyê yên Bakûrê Kurdistanê bi armanca ku alîkariya madî bidin nexweşxaneya tê çêkirin, serdana Kobanê kirin.


Şandeya Dayikên Aştiyê ya Bakûrê Kurdistanê, duh di Deriyê Murşîtpinar (Kobanê) re derbasî Kantona Kobanê bû.

Şande ji aliyê endamên Yekîtiya Star ve li ber deriyê sînor hate pêşwazîkirin. Dayîkên Aştiyê ji vir jî bi endamên Yekîtiya Star re li kolanên taxa Şehîd Serhed  ku şerên giran lê qewimî bûn geriyan. Dayik piştî regê çûn serdana navenda Yekîtiya Star û li vir jî, ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Star Xalîse Hacî ve hatin pêwazîkirin.

Piştî serdana navenda Yekîtiya Star pereyên ku ji bo alîkariya nexweşxaneya ku li Kobanê tê çêkirin bi xwe re anîbûn, radestî rêveberiya nexweşxaniyê kirin.

Dayîkên Aştî piştî serdanên xwe vegeriyan Bakûr.

Güncelleme Tarihi: 14 Mayıs 2015, 14:35
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER