Ji YPG/YPJ'ê çalakiyên hemwext: 6 çete hatin kuştin

Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên hemwext ên hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî komên çete de, herî kêm 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Ji YPG/YPJ'ê çalakiyên hemwext: 6 çete hatin kuştin
 Li rojavayê Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên hemwext ên hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî komên çete de, herî kêm 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.


Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê dewam dikin û diyar kir, ku duh bi şev hêzên YPG/YPJ'ê bi awayekî hemwext li hemberî komên çeteyan êrîş lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li qada Til Xenzir a bajarê Serêkaniyê çalakî pêk hatiye û di encamê de 3 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên YPG/YPJ'ê bi awayekî hemwext li gundên Til Baz û Til Fyeda yên di navbera Til Temir û Hesekê de çalakî lidar xistine û li Til Bazê 2, li Til Fyeda jî çeteyek hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku li gundên Til nasir û Til Şamîran ên ser bi Til Temîrê, çeteyan bi çekên giran û topan êrîş kirine û hêzên YPG/YPJ'ê di heman astê de bersiv dane çeteyan.

Güncelleme Tarihi: 07 Nisan 2015, 20:03
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER