Jinên Hemşînî: Ji bo biratiyê dengê me ji HDP'ê re ye!

Hemşîniyan dan xuyakirin ku ji gelek aliyan ve ew dişibin Kurdan û destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de ew ê destekê bidin HDP'ê.

Jinên Hemşînî: Ji bo biratiyê dengê me ji HDP'ê re ye!

Li gundê Şoma yê navçeya Artvîn Kemalpaşayê weke ANF me atmosfera hilbijartinê şopand.

Taciye Vayîç a li gundê Şoma ji dayik bûye û mezin bûye, anî ziman ku bi salane rêveberiya AKP'ê ji bo cotkar û gundiyan polîtîkayeke baş nemeşandiye û got, "Ez ji AKP'ê hez nakim, ji ber ti xêra wê li me nebû. Li şûna ku hîn bêhtir destekê bide gundiyan, buhayê mazotê zêde kir, di ser re rabû kota danî ser berhemên tên çandin. Ji ber vê yekê em nikarin li gorî dilê xwe çandiniyê bikin. Di çemên li vê derê de beriya niha kurê min avjenî dikir, niha kurê min bi zarokên xwe re li heman cihî avjeniyê dikin. AKP hewl dide li ser vî çemî HES'ê çêbike. Em ê çem û newalên xwe nexin nava lepên wan. Heta niha ti partî tinebû ku em dengê xwe bidin wê. Lê êdî HDP heye û dengê me jî ji HDP'ê re ye. Ez nêzîkatiya partiyê ya li gundiyan, xwendekaran û ciwanan gelekî diecibînim."

'ÊDÎ PARTIYEKE ME HEYE'

Neşe Şoma got, "Gava min çavên xwe li jiyanê vekir, min ev dar û şênkahî dît. Ev der bû jiyana me, hin kes tên dixwazin li vir HES, RES'an çêbikin. Em li dij derketin, me çalakî lidarxistin û hat taloqkirin. Bi salane me xêrek ji AKP'ê nedît, ji niha û pê ve jî em ê nebînin. Me dengê xwe beriya niha didan partiyên din, em ê êdî nedin wan. Êdî partiyeke me jî heye. Ez gotin û nêzîkatiyên HDP'ê gelekî diecibînim. Gotinên gelparêziyê ne. Dengê min êdî ji partiya gel re ye."

'WEKE HEMŞÎNÎ EM XWE NÊZÎ KURDAN DIBÎNIN'

Aysel Vayîç anî ziman ku Hemşînî ji gelên xwecihî yên vê xakê ye û got, "Bi salan e em li Artvînê dijîn. Bi salan e em bi karê çayê re mijûl dibin, lê belê me ti carî demeke ewçend xerab nedît. Weke Hemşînî em xwe nêzî Kurdan dibînin. Ew rewşa me ya derya nedîtiye ye. Kurd jî ji bo zimanê xwe têdikoş in, em jî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Bi HDP'ê re em ê biratiya gelan li vir ava bikin. Em ê her du gelan li vir li hev bicivînin. Mîna aliyên hevpar ên Horon Govendê, aliyên hevpar ên her du gelan jî hene. Em ê van aliyan xurt bikin, bi pêş ve bixin. Diltengî nîne, dengê me ji biratiya gelan re ye."

'AKP JÎ, ÇERNOBÎL JÎ RÊ LI BER KANSERÊ VEDIKIN'

Aynûr Aydin: Bi salan me li dijî neyîniyên teqîna Çernobîlê têkoşîn meşandin, niha jî em li hemberî AKP'ê têdikoş in. Serokwezîr ji Çernobîlê bêhtir xetere ye, her du jî mirovan bi kanserê dikin. Dixwazin li ser çem û newalên gundê me HES'ê çêbikin, zarokên me wê li ku avjeniyê bikin? Em ê ji ku derê dehl û bexçeyên xwe av bidin? Kes bersiva vê nade. Çem çavkaniya me ya bingehîn e. Em Hemşînî nikarin li devereke din bijîn. Çem, dar û şênkahî nebe, em nikarin hilmê bistînin. Herî zêde HDP bi awayekî ji dil nêzî van mijaran dibe. Ez gotina wan diecibînim, dengê min êdî ji HDP'ê re ye. Êdî partiyeke me heye. Ez bawerim ku wê dengekî zêde ji gundê me derkeve.

Güncelleme Tarihi: 01 Haziran 2015, 17:34
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER