KCK: Rola jinê ya di avakirina jiyana komunal de diyarker e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.

KCK: Rola jinê ya di avakirina jiyana komunal de diyarker e
 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir. Hevserokatiya Konseya KCK’ê got, “Rola jina li ber xwe dide, di avakirina neteweya demokratîk û jiyana komunal a demokratîk de diyarker e. Pêşenga yekemîn civakbûnê jin e. Jina Kurdistanê bi berxwedana pêş xist, nîşan daye û îspat kiriye ku pêşerojeke azad a bê jin ne mimkun e.”


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, li hemberî desthilatdariya bi serweriya zilam a pênc hezar salan, çanda cins a serwer, şidet, tacîz û tecawizê; roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê 8’ê Adara tevayî jinên cîhanê ya kedkar û bindestan pîroz kir. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya bi şîara, “Bi jina li ber xwe dide û xwe rêxistin dike” ber bi jiyana azad”, tevayî jinên têkoşînê pêş dixin, rêxistinker û têkoşer, kedkar û bi ruhê îsyanê silav kir, got, “Di şexsê rêhevala me Arîn a li hember mêtinkarî û faşîzma DAIŞ’ê mînakên berxwedanê yên li Kobanê û Şengalê afirand, em tevayî rêhevalên jin bi rêz û hurmet bibîr tînin û li hember bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

Mîna ku Rêber Apo destnîşan kir; 'statuya destpêkê ya civakîtî, çînîtî û netewetiya serdest-bindest' bi jina hatiye kolekirin re destpê kiriye. Civaka demokratîk, neteweya demokratîk û mirovahiya azad jî wê bi azadiya jinê re pêk werin. Çanda ji serdestiya mêr a pênc hezar salî û sîstema modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî, ku bi zorê û bi dest û mejiyê mêrê talanker dest li jiyana jinê werda û li ser kolekirina jinê veguherî sîstemê, bûye sîstemeke cinawir a dijminê jinê. Heta ku mejiyê mêr ê dewletparêz, desthilatparêz û zîhniyetê dewletparêziya netewe ya jin ji aliyê fîzîkî, exlaqî û wateyî ve ji hêza parastina cewherî bêpar hiştine neguhere û neyê guhertin, mirov nikare behsa mirovahiya azad a di kesayetiya jinê de bikin. Eger mirovahî wê azad bibe, neçar e li navenda hemû têkoşînên li ser navê azadî û demokrasiyê tên meşandin, azadiya jinê bicih bike. Hovîtiya kevneşopiyan, înkar û tinekirinê ya li hemberî jinê, encameke zîhniyeta modernîteya kapîtalîst e, ku temsîla dawî ya hemû şaristaniyên serdest û rastiya mêr ê azad nebûye, ye. Di kesayetiya jinê de ya ku her roj li destavêtin, tecawizê rast tê û tê qetilkirin, hemû mirovahî ye. Îsyana herî mezin a jinê ya ku di navbera oryantîzma Ewropa û kevneşopiyên Rojhilata Navîn de bi zordestî û cendereyê re hewl tê dayîn bêhn lê bê çikandin, li hemberî vê bi xwe ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku jinên Kurdistanê bi berxwedana xwe ya li hemberî mêtîngerî û faşîzma DAIŞ'ê re xwe gihandine jinên kedkar ên cîhanê, rola xwe ya pêşengiyê bicih anîne û ev yek destnîşan kir: "Têkoşîna çil salî ya azadiya jinê, nirxên mezin derxistiye holê. Şoreşa Kurdistanê ku ji serî heta binî weke şoreşeke jinê bi pêş ket, îro jî bi pêşengiya jinê bi ser dikeve, bi jinê re jiyana komunal a demokratîk ava dike. Di avakirina neteweya demokratîk û jiyana komunal a demokratîk de, rola jina azad a berxwedêr diyarker e. Pêşenga destpêkê ya civakîbûnê jin e. Jinên Kurdistanê bi berxwedana xwe re nîşan dan ku bêyî jinê pêşerojeke azad ne pêkane û ev yek îspat kirine. Bi vîna jina azad û rêxistinbûyî, civakîbûn, neteweya demokratîk û jiyana komunal a demokratîk pêkan e. Îdeolojiya azadiya jinê ku diyariya herî mezin a Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê ye, di têkoşîn û berxwedana jinên kedkar û têkoşer a gerdûnî de watedar bûye. Em meşa azadiyê ya jinên kedkar ên cîhanê ku wê di 8'ê Adarê de li Nisêbînê destpê bike, civakîbûn û azadiya jinê careke din silav dikin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin."

Güncelleme Tarihi: 06 Mart 2015, 22:53
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER