Kişanak û Anli ji gel re spas kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji ber tevlîbûna li pîrozbahiyê û geşkirina agirê Newrozê, spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin.

Kişanak û Anli ji gel re spas kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji ber tevlîbûna li pîrozbahiyê û geşkirina agirê Newrozê, spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin.


Kişanak û Anli îro peyamek weşandin û ji ber tevlîbûna li pîrozbahiya bi heybet a Newrozê spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin. Kişanak û Anli di peyama xwe de ragihand ku Newroza Amedê di nava hemû pîrozbahiyên Newrozê de xwedî girîngiyeke cuda ye û destnîşan kirin ku gotin û peyamên herî girîng li Amedê hatin bilêvkirin.

Hevşaredaran diyar kirin ku tevî baranê û hewa sar jî gel bi fedekariyeke mezin ji heft heta heftê salî qada pîrozbahiyê dagirtiye û gotin, "Ji ber vê xwedîderketin û tevlîbûna li pîrozbahiya Newrozê ya 2015'an em gelê xwe pîroz dikin û ji ber geşkirina agirê Newrozê spasiyên xwe pêşkêş dikin. Di serî de komîteya amadekar hemû wezîfedarên di pîrozbahiyê de cih girtin, meclîsên me yên taxan, keyayên me, jin û ciwanên me, em spasiyên xwe pêşkêşî hemûyan dikin."

Güncelleme Tarihi: 23 Mart 2015, 12:18
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER