KJA: Berpirsyarê êrîşan hikûmeta AKP'ê ye

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî êrîşên li hemberî HDP’a Edene û Mersînê daxuyaniyek nivîskî da.

KJA: Berpirsyarê êrîşan hikûmeta AKP'ê ye
Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî êrîşên li hemberî HDP’a Edene û Mersînê daxuyaniyek nivîskî da.


ZÎHNIYETA AKP’Ê DERKET HOLÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê hikûmeta AKP’ê ya ji pêşketina HDP’ê tirsiya, polîtîkayên tirsandin û çewisandinê bê navber didomîne û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê wek versiyona xwe ya nû ya polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî û înkarker, dixwaze hevdîtina HDP’ê ya bi gelên Tirkiyeyê re asteng bike. Serketina HDP’ê ji ber ku têkçûna AKP’ê û neçareseriya wê li hemberî hemû gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê wê careke din deşîfre bikira,  niha AKP serî li gelek provokasyonan dide. Li hember standên hilbijartinê, buroyên hilbijartinê êrîşên faşîzan çêdibin û li Agiriyê li ser gel gule barandin. Îro jî bi awayekî hevdem êrîşên bombeyî pêk hatin. Vê jî zîhniyeta AKP’ê careke din derxistiye holê."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Van êrîşan nîşan da ku siyaseta Tirkiyeyê çawa qirêj dimeşe. Êrîşên li Edene û Mersînê pêk hatine ji dewletê ne serbixwetirin. Zîhniyeta faşîst û nîjadperest careke din aştî û çareserî red kiriye. Ev çalakiyeke ku bi profesyonel hatiye plankirin e. Eger HDP bi ser bikeve  wê hemû lîstik deşîfre bibin.”

HÛN NIKARIN VÎ GELÎ BIDIN SEKINANDIN

KJA’yê  di dawiya daxuyaniyê de da xuyakirin ku Tevgera Azadiya Kurd tevî hemû provokasyonan ligel çareseriyê bû û got ku divê gel bi ti awayî neyê van provokasyonan û wiha got: “Ji ber ku tevgera azadiyê di şert û mercên herî dijwar di rêya demokrasiyê de têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd daye. Ne provokasyon, hezar bombeyên atomê jî êdî vî gelî nekare bide sekinandin.

KJA’yê êrîş şermezar kir û ji birîndaran re şifa xwest û bang kir ku bila gel li hember van provokasyonan hestiyar tevbigerin.

Güncelleme Tarihi: 18 Mayıs 2015, 13:35
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER