Laleş a YPJ'yî: Em ê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran azad bikin

Di çarçoveya pêngava duyemîn a paqijkirina Kobanê de gundên derdorê gav bi gav tên azadkirin.

Laleş a YPJ'yî: Em ê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran azad bikin
Di çarçoveya pêngava duyemîn a paqijkirina Kobanê de gundên derdorê gav bi gav tên azadkirin. Li yek ji van gundên hatine azadkirin Xêrîstan ê 30 kîlometre li rojhilatê Kobanê ye, Gulbihar Laleş a YPJ'yî ji me re axivî û diyar kir ku ew ê Kobanê bi temamî azad bikin. Laleş got, "Armanca me ne tenê Kobanê ye. Em ê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran azad bikin."


Di çarçoveya pêngava duyemîn a azadkirina Kantona Kobanê de, gundên derdorê gav bi gav ji çeteyan tên paqijkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kobanê bi kîlometreyan bi pêş ve çûne, li hemû gundên azad kirine, yekîneyên parastinê ava kirin. Li gundê Xêrbîsan ê 30 kîlometre li rojhilatê Kobanê ye û hatiye azadkirin, şervanên YPG/YPJ'ê dan xuyakirin ku ew ê di demeke kurt de tevahiya xaka Kobanê ji çeteyan paqij bikin.

'BI LEZ EM BI PÊŞ VE DIÇIN'

Li gundê Xêrbîsanê, ya destpêkê derdikeve pêşberî me şervanên YPG'ê yên govendê digerîne ye. Li gelek nuqteyên gund şervanan agir dadane. Li ser gelek dîwarên gund nivîsên çeteyan hene û di nava gelek xaniyan de jî şopên talana çeteyan derdikeve pêş. Di dema operasyona azadkirina gund de, gelek wesayîtên ji çeteyan hatin stendin jî, êdî di bin xizmeta şervanên rûmetê de ne. Şervana YPJ'ê Gulbihar Laleş der barê operasyona rizgarkirinê de bersiv da pirsên me û diyar kir ku DAIŞ di şexsê Kobanê de hemû Kurd hedef girtiye. Laleş got, "Lê me ev êrîş şikandin. Zêdeyî 5 meh in li Kobanê şer heye û me bi berxwedaneke mezin re navneda bajarê Kobanê azad kirin. Li dû serketina Kobanê me dest bi pêngavê kir û bi lez em bi pêş ve diçin."

'EM Ê ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ AZAD BIKIN'

Laleş anî ziman ku li her qada azad kirine ew li talana DAIŞ'ê rast hatine û got, "Li dijî van talankeran pêngava me wê dewam bike. Di demeke kurt de em ê Kobanê bi temamî azad bikin." Laleş diyar kir ku ew li Kobanê nirxên mirovahiyê diparêzin û got, "Armanca me ne tenê Kobanê ye. Em ê çar parçeyên Kurdistanê ji dagirkeran azad bikin." Kejvan Zerdeşt ê YPG'yî jî ku ji destpêka berxwedana Kobanê ve di mewziyê de cih digire da zanîn ku çete nikarin xwe li pêşberî berxwedana wan bigirin. Zerdeşt ragihand ku li her gundê wan azad kirine, yekîneyên parastinê bicih kirin û got, "Operasyonên me wê dewam bikin û wê Kobanê bi temamî azad bibe."

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 11:22
YORUM EKLE
YORUMLAR
besösön geveri
besösön geveri - 9 yıl Önce

Allah böyuktr kaderbizedegolecekdogacakgones yakindir

SIRADAKİ HABER