'Birêz Ocalan komplo vala derxist'

Yek ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibatê re projeya Neteweya Demokratîk a Ocalan hedef hatiye girtin, lê bi ser neketiye.

'Birêz Ocalan komplo vala derxist'
 Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibatê re projeya Neteweya Demokratîk a Ocalan hedef hatiye girtin, lê bi ser neketiye. Oztuzun da zanîn ku rola Ocalan bi çalakiyên 6-8’ê Cotmehê baştir hatiye fêmkirin, jiyana bi hev re û çareseriya li Rojhilata Navîn bi modela Ocalan pêkan e.

Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehdî Oztuzun, di 16’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê de axivî…

PROJEYA NETEWE DEMOKRATÎK A OCALAN HEDEF HAT GIRTIN

Armanca komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat çi bû?

Rêbertî der barê komployê de wiha dibêje; projeya mezin a Rojhilata Navîn, hêzên kapîtalîst dixwazin neteweyên wir bi hev bixin û çavkaniyên wan ên binerd û sererd mêtinger bikin û wir bikin bazar. Ji ber vê yekê bi komployê re ji netewepewrestiyê re lîstin. Lê neteweperwestî ne têgeheke aîdî Rojhilata Navîn e. Ev komplo ji bo valaderxistina projeya netewe demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ji bo berdewama komployê çi dihat plankirin?

Bi komploya li hemberî Rêbertî re, emperyalîstan xwestin bi têkiliya Osman-Botan, PKK’ê bikişînin nava kanaleke netewepereset û di nava gelan de aloziyê derxin. Emperyalîstan destpêkê Ermenî rakirin serhildanê, piştre Ermeniyên ku hedef bûn di nava pevçûnan de hiştin. Wê demê empeyarlîzmê bi Osmaniyan re li hev kir û rê li ber komkujiya Ermeniyan vekir. Rêbertî di vê mijarê de wiha dibêje; Gelê qedîm ê herî mezin ê Rojhilata Navîn Ermenî li Ermenîstana biçûk hatine bicihkirin. Emperyalîstan der barê Kurdan de jî wiha difikrî. Yên li pey netewe dewletê îro li Başûr bi destê DYA’yê jî ber bi netewe dewletê diçin.  Bi vî awayî dixwazin nirxên çep-sosyalîst ên Kurdan ji holê rakin û netewe dewletek neteweperest a Kurdistanê ava bikin. Di vê mijarê de ya bû asteng Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji bo vê girtina serokatiyê wê du tişt bihata kirin.  Wê şerekî Kurd û Tirk bihata destpêkirin. Emperyalîst vê baş bi serdixin. Ev peyam didan rayedarên Komara Tirkiyeyê; Ti piştgiriyê nedî min, ez ê piştgiriyê bidim Kurdan û dewletê bi wan bidim avakirin. Ya ku ji me re digot ev bû: Ti ne bi min re bî, wek mînaka Saddam dewleta Tirk wê we jî qetil bike. Bi vê re dixwest her du jî bi xwe re girê bidana.“

KOMPLO BEREVAJÎ KIR

Birêz Ocalan komplo çawa vala derxist?

Komploya emperyalîstan ji ber vê sedemê bûn; Kapîtalîzm kesên li dij wê bisekine tine dike. Ji ber vê jî Rêbertî hedef hat girtin. Ji ber ku şerê Tirk û Kurd destpê dikir, lê Rêbertî di nameya ku şand de wiha got: ‘Tişta ku emperyalîzm hedef dike pevçûn e, divê em jî komara demokratîk ava bikin û bersivê bidin vê.’ Rêbertî ew  pêvajo baş xwend.

Parêzer Ahmet Zekî Okçuoglu û parêzerekî DYA’yî tê. Hewl didin Rêbertî Komara Tirkiye red bike û bi destê Komara Tirkiye darve bikin. Bi vî awayî wê şerê Kurd û Tirk destpê bikira. Lê Rêbertî bi ruhê hunermendiyê ev bi rê ve bir. Îro Rojhilateke Navîn a tê jiyîn hebe ev bi saya Konferderalîzma Demokratîk, Xweseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd daniye holê ye. Ji ber vê hedefgirtina Rêbertî û PKK’ê ji Kurdbûnê wêdetir ji ber sekna wan a îdeolojîk e. Niha fikr û nêrînên Rêbertî dikeve jiyanê. Ji ber vê Rêbertî her tim vê dibêje; min ev lîstik xera kir. Di 2003’an de lîstika komplo berdewam dikir vala derxist. Niha jî komployên bi DAIŞ’ê re bi vî alî didome.”

ROLA OCALAN A DI ÇALAKIYÊN 6-8’Ê COTMEHÊ DE

Bi çalakiyên 6-8’ê Cotmehê re, bandora Birêz Ocalan a li ser gel careke din hat fêmkirin?

Di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de tespîteke hikûmetê hebû; tespît dike ku hinek hêzen di nava dewletê de tevlî bûyeran bûne. Ger ew dem berdewam bikira wê darbe pêk bihata. Ji ber kevneşopiya darbeyê neqediyaye, cîhanê jî ger bihata hesabê wan wê piştgirî bida darbeyê. Carinan dibêjin dema darbeyê qediyaye. Ev ne rast e. Di guhdarkirin û dozên ku tên vekirin de tişta derketiye holê, darbe amade ye û ji bo Serokwezîrê xwe bikujin zemîn jî amade kirine. Di hevdîtinên ku me bi Rêbertî re dikirin de wiha got: ‘Dikarin Erdogan jî bibin.’ Di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de modela jiyana gelê Kurd û jiyana biryên wan di xetereyê de bû. Ji bo vê jî gel bi awayekî mafdar bi hêrs û daket kolanan. Ger Rêbertî ji Îmraliyê peyam neşandiba, hêzên din dikaribûn biketana dewrê. Dikarîbû darbe pêk bihata. Qedexeya derketina kolanê hat îlankirin. Li Êlih û Amedê leşker daketin kolanan. Rêberê Gelê Kurd dîsa digot ew dostê vî gelî ye û pêşî li darbeyê girt. Îro ji her aliyê nivîskar li ser vê rola Rêbertî disekinin.

DIVÊ BIRÊZ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN

Di rewşa heyî de faktorên girîng ên ku azadiya Birêz Ocalan ferz dike çi ne?

Birêz Ocalan ne Rêbertiyeke ku bi çareseriya pêvajoyê azadiya xwe dike pirsgirêk e. Şert û mercên esareta xwe ji ya ciwanekî ku kevir avêtiye û hatiye girtin cuda nake. Mînak li ser rewşa girtiyên nexweş disekine û der barê rewşa xwe de ti car tenezul nake. Carinan ji me jî dixeyîdî û digot; Ez ji we azadtir im, hûn li derve di zîndanê de ne. Nexweşiyên we hene, hûn nexweşiyên kapîtalîzm û burjuvaya biçûk digirin nav xwe, hûn girêdayî hinek hêzan e, ez li vir xwe azad dikim.’ Jixwe di bin wê esaretê de li dijî dewletê serî hildan wisa ne hêsan e. Lê em vê nîqaş dikin; ji bo başiya vê pêvajoyê, divê şert û mercên ku Rêbertî demildest mudaxale bike bên afirandin. Îro partiyên me yên siyasÎ hene. Lê li dijî cih û rayeya Rêbertî em hemû wek karîkaturê dimînin.  Yê gerîla îqna dike jî ev e, yê gel îqna dike jî ew e. Em li ser bûyerên 6-8’ê Cotmehê sekinînin. Ger Rêbertî tinebûya ti hêzê gel nekaribû bide sekinandin. Ji bo vê jî di pêvajoya çareseriyê de dikare provokasyonên pir bi xwîn çêbibin. Niha bi çalakiyên bombeyî  hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin hene.Lê dîsa Rêbertî dikare pêşî li vê bigire. Ji ber vê ez carek din dibêjim, azadiya fizîkî ji bo mudaxaleya demildest ferz e. Mayîna mîmarê pêvajoyê ya li Îmraliyê nayê qebûlkirin.

Heta Birêz Ocalan azad nebe, çareseriya pirsgirêka Kurd mimkune gelo?

Em di vê mijarê de zelal bin: yê ev têkoşîn afirand PKK, Tevgereke Rêbertiyê ye. Niha li Tirkiyeyê gelek nivîskar û rewşenbîr vê qebûl dikin û Birêz Ocalan di bin esaretê de girtin ne mantiqî ye û nayê qebûlkirin. Rêberê vî gelî di wan şert û mercan de biryarên bi tendurist dide û pêvajoyê dimeşîne. Lê esareta wî ne gel û ne jî gerîla qebûl dike. Ji bo vê jî ji bilî azadiya wî ti çare nîne.

JIYANA BI HEV RE Û ÇARESERÎ BI MODELA OCALAN PÊKAN E

Li gel komployê gelên li Rojhiata Navîn dijîn û li bendê ne ku ji kaosê rizgar bibin, li ser formulên Birêz Ocalan disekinin, hûn bi vê bi çi ve girê didin?

Li hemû erdnîgariya ku Kurd dijîn Rêbertiya Birêz Ocalan derket holê. Ji bilî Birêz Ocalan Rêbertiyeke ku mafê jiyana gelan diparêze tine. Jiyana bi hev re ya gelan, mezheb û olan ancax bi modelaya konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a Birêz Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e. Birêz Ocalan dema behsa çareseriyê dike, dibêje li cihê ku cînayetên jinan hebe, aştî tine, li cihê ku xizanî hebe aştî tine. Ji bo vê jî  ji bo wî ne tenê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka ol, jinê, xizanî û ekolojiyê heye. Di vê mijarê de pirsgirêkan bi giştî digire dest. Rêbertî vê dibêje. Ji bo ku li welatekî pirsgirêk ji holê rabe divê alternatîfa wê bê avakirin. Îro li Kobanê derket holê ku yekane rêberê paradîgmaya serketî Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku li wir li dijî hovîtiyê hemû gelan şer kir. Paradîgmaya Rêbertî li wir ket jiyanê, veguherî berxwedanê.

Hûn wek parêzer hê nekarin biçin Girava Îmraliyê….

Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtina parêzeran hatibû astengkirin. Ti cihê wê yê hiqûqî tine. Hinceta ku dane ber me ‘muxalefeta hewayî ye’. Em wek parêzer israr dikin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de rê vebe. Em wek parêzer astengiyên li pêş pîşeya me tên meşandin difikirin.

Güncelleme Tarihi: 09 Şubat 2015, 11:43
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER