Li Amedê Navenda Çand û perwerdehiya Kedê hat vekirin

Navenda Çand û perwerdehiya Kedê ku di bin banê şaredariya Sûrê ya Amedê de xebatên çandî û perwerdehiyê dimeşîne îro bi merasîmeke bi heybet vebû.

Li Amedê Navenda Çand û perwerdehiya Kedê hat vekirin
Beriya niha jî mala perwerdehiyê ya di bin banê şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşîne û perwerdehiya zimanê Kurdî jî di nav de gelek xebatên çandî û hunerî dide demeke dirêje ku bi rê ve dibe.


Li gel van xebatan piştî ku gelek malbat ji ber êrîşên çeteyan neçar man ku cih û warên xwe biterikînin wekî gelek deveran li nava sûrên Amedê jî gelek malbatên ji Kobanê hatibûn û li wir bi cih bibûn. Lewre jî ji bo zarokên wan malbatan bê perwerdehî nemînin şaredariya Surê li mala perwerdehiyê ji 120 zarokên Kobanê re jî hembêza xwe vekir û perwerdehiya wan zarokan girt ser milê xwe.

Piştî ku bajarê Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin gelek malbatan tevî ku hîna şert û mercên jiyana li wir zor û zehmetin berê xwe dan Kobanê. Ji wan 120 xwendekarên ku li mala perwerdehiya Sûrê dihatin perwerdekirin piştî ku hin malbat vegeriyan cih û warên xwe niha 60 xwendekar mane.

Merasîma vekirina mala perwerdehiyê bi tevlîbûna Hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik Barut, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Bajarê Nû Selîm Kurbanoglu û Ulku Baytaş, Serokê Daireya Çand û Turîzmê Muherem Cebe, hevşaredarên navçeya BDP ya Sûrê û malbatên xwendekaran tevlî van merasîman bûn.

Axaftina vekirinê ji alî hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut ve hate kirin. Barut di axaftina xwe de xêrhatina hemû mêvanan kir û vekirina navenda perwerdehî û çandê ya Kedê li hemû gel pîroz kir. Şik di axaftina xwe de li ser giringiya vekirina navendên gelekî pêwîst e û got: “ ji bo zarokên me, ev zarokên ku pêşeroja me ne . Em bi hêvîne ku di demên pêş de em hê bi rengekî berfirehtir xwedî li çand û hunera xwe derkevin û zarokên xwe ji perwerdehiya bi çand û zimanê Kurdî bêpar nehêlin. Em ê van xebatên xwe her berdewam bikin û xurtir bikin heta ku zimanê Kurdî bi rengekî fermî were qebûlkirin û perwerdehî bi zimanê dayikê were kirin. her wiha ji ber ku îro roja şanoyê ye em hemû şanogeran pîroz dikin. Dîsa em ji hemû mêvanên xwe re dibêjin hun bi xêr û xweşî hatin, ser seran ser çavan hatin.

Piştî wê jî hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn axaftineke kurt kir. Narîn xêrhatina hemû mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi vekirina navenda perwerdehiyê û çandê anî ziman. Narîn di axaftian xwe de spasiya mamosteyên ku kedê didin kir û bal kişand ser giringiya vê keda ku didin. Her wiha spasiyên xwe ji rûspiyên ku amade bibûn, ji dayikên aştiyê , ji hevşaredarên Bajarê Nû û ji hemû beşdarên vê merasîmê re pêşkêş kir û anî ziman ku ew ê vê tekoşîna xwe ya ji bo ziman û çandê berdewam bikin û pêşkêşî zarokan bikin ji ber ku ew pêşeroja vî gelî ne.

Piştre jî bernameyeke gelekî zengîn ya çandî dest pê kir û bi stranên koma zarokên Kobanê , Koma zarokan a govendên gelêrî, Koma zarokên şaredariya Sûrê, Koma şanoyê ya şaredariya Sûrê berdewam kir.

Güncelleme Tarihi: 27 Mart 2015, 21:43
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER