Li Kobanê 11 gund hatin rizgar kirin

Di operasyona paqijkirina gundên Kobanê ji terorîtên DAIŞ’ê de, şevê şervanên YPG’ê di encama çalakiyên bibandor ên ku heta sibehê dom kirin de 11 gund rizgar kirin.

Li Kobanê 11 gund hatin rizgar kirin

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, şervanên YPG’ê şevê din di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de, şevê din li 4 eniyên kantonê operasyonên bi bandor li dar xistin.

Li eniya rojava gundên di encama operasyonê de gundê Ehmed Hiso û 3 gundên bi navê Ebiko ji terorîstan hatin rizgarkirin. Di encama operasyona ku heta serê sibehê dom kir de 2 çete hatin kuştin û 23 mayinên ku terorîstan danîbûn hatin bêbandorkirin.  Cenazeyên 2 terorîstên hatine kuştin, ketin destê şervanên YPG’ê.

Li başûrê Kobanê li hemberî gundên Şêxalî û Saqa yên ji aliyê terorîstan ve hatibûn dagirkirin, operasyon hate lidarxistin. Di encama operasyonê de herdu gund hatin rizgarkirin. Li ser riya gundên Cediyê û Toreman jî di encama çalakiyeka şervanên YPG’ê de tirimpêlek hate rûxandin.

Li eniya başûrê rojavayê Kantonê jî, şevarên YPG’ê li gundê Derbenoka Mezin çalakiyek bibandor lidar xistin û gund ji terorîstan rizgar kirin. Derberê encamên çalakiyê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Li eniya rojhilatê Kobanê jî hêzên YPG’ê li gundên Bexdik, Xan Mamed, Tolkê û Gultep operasyon pêk anîn. Di encama operasyonan de her 4 gund hatin hatin rizgarkirin û 2 terorîst hatin kuştin. Her wiha 20 mayinên terorîstan danîbûn hatine bêbandorkirin û cenazeyê 2 çeteyên hatibûn kuştin ketin destê şervanên YPG’ê.

Güncelleme Tarihi: 17 Şubat 2015, 18:22
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER