Li Kobanê 4 gundên din hatin rizgarkirin

Di çarçoveya operasyonên Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de, duh bi şev û îro ber destê sibê 4 gundên din hatin rizgarkirin.

Li Kobanê 4 gundên din hatin rizgarkirin
 Di çarçoveya operasyonên Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de, duh bi şev û îro ber destê sibê 4 gundên din hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê li 5 aliyan dewam dikin.

Li eniya Başûr şevê din şervanên YPG’ê di encama çalakiyekê de gundê Aşmê rizgar kirin. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Li başûrrojavayê Kobanê jî di encama çalakiya şevê din de gundê Zîrek hate rizgarkirin.

Şervanên YPG’ê li eniya rojhilat li gundê Korikê li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pevçûnê, çeteyan gelek malên gundiyan bi teqemeniyên ku ji berê ve lê bicih kiribûn, teqandin û ji gund reviyan.

Li başûrrojhilatê Kantonê jî li nêzî febrîqeya çîmento şervanên YPG’ê girekî stratejîk rizgar kirin. Di çalakiyê de 12 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û cenazeyên wan ketin destê YPG’ê.

Îro danê sibê jî şervanên YPG/YPJ’ê li eniya rojava di encama çalakiyekê de gundê Dadalî rizgar kirin. Li heman eniyê benda kontrolê ya gundê Cib El-Ferec piştî pevçûnên dijwar hate rizgarkirin. Di pevçûnan de çeteyek hate kuştin.

Güncelleme Tarihi: 20 Şubat 2015, 16:41
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER