Li Kobanê, gundek hat rizgarkirin, 4 çete hatin kuştin

Li Kantona Kobanê di encama rêze çalakiyên YPG/YPJ'ê de gundekî din hat rizgarkirin, herî kêm 4 çete hatin kuştin, hejmarek ji cebilxaneyan hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyê ji herêmê hatin wergirtin, şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Îdaniya Mezin a li rojhilatê bajêr li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn û di encamê de gund ji çeteyan hat rizgarkirin, 4 çete hatin kuştin. 

Şervanan her wiha li vê herêmê motorsîkletek rûxandin û 2 wesayîtên ji çeka doçka û RPG’ek tevî 6 guleyên wê desteser kirin. Şer û pevçûnên li herêmê dewam dikin.

Li eniya rojava jî şervanên YPG’ê çalakiyek li bajarokê Şêxler a Jêrîn lidar xistin û di encama vê çalakiyê de gelek taxê li başûrê bajarok ketin bin kontrola hêzên YPG/YPJ’ê  û hêzên Bûrkan El-Ferat. Hejmarek ji cebilxaneyên çeteyan jî li vir hatin desteserkirin. Şer û pevçûnên li herêmê dewam dikin.

Güncelleme Tarihi: 05 Mart 2015, 14:46
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER