Li Newroza li ser xetê peyama YPG/YPJ’ê

Fermandariya YPG’ê û YPJ’ê ya Kobanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku li ser sînorê Pirsus û Kobanê tê lidarxistin, peyamek bi dîmen şand û kombûn û berxwedana gel a li ser sînor silav kir.

Li Newroza li ser xetê peyama YPG/YPJ’ê
Fermandariya YPG’ê û YPJ’ê ya Kobanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku li ser sînorê Pirsus û Kobanê tê lidarxistin, peyamek bi dîmen şand û kombûn û berxwedana gel a li ser sînor silav kir.


Bi hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê û Kobanê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li herêma ku dikeve hemberî Kaniya Kurdan, cejna Newrozê pîroz dikin. Fermandariya YPG/YPJ’ê jî ji bo pîrozbahiyê peyamek bi dîmen şand.

Di peyama ku ji aliyê fermandara YPG/YPJ’ê Ezîme Denîz ve hatiye xwendin de wiha tê gotin: “Li ser navê tevahiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ku li Kobanê berxwedan û tekoşînê dikin, li ser esasê felsefeya azadiyê û şaristaniya demokratîk, em tevahî gelê xwe yê ku li ser sînorê Pirsûsê di rojên wiha pîroz de kom bûne, silav û pîroz dikin. Em pir kêfxweşin ku derfeteke wisa bi destê me ketiye ku em bikaribin tevlî gelê xwe bibin.

Pêvajoya ku me li Kobanê jiyan kir pir hesab bû, ji ber ku tevahî armanc, xwestek û planên van dijminan ew e ku herêmên Kurdistanê careke din parçe bikin, ew ruhê neteweyî ku hatibû avakirin careke din tine û înkar bikin, lê bi saya berxwedaniyê û destekdayîna gel me yê li ser sînorê Pirsûsê ev plan vala hate derxistin. Li ser vî esasî em kombûna gelê xwe yê ku destek daye berxwedana Kobanê û şervanên YPG/YPJ’ê, weke ruhekî neteweyî tenê nabînin, lê weke ruhekî tekoşînê ye. Ew ruhê tekoşînê jî em ti caran ji rêgezên tekoşînê dûr naxînin, di heman demê de em dûrî felsefeya azadiyê ya şopdarên şaristaniya demokratîk  jî nabînin. Ew ruhê ku bi carekê de hate xurtkirin û li hemberî çeteyan bû bersiv, em weke ruhekî bi qîmet dibînin, vî ruhî hemû êrîş vala derxistin. Dibe ku kombûneke li ser sînor bû, lê kombûneke bi hişyarî bû, kombûneke ku êrîşên ji herêmê bihatana çêkirin vala derxistin, lewra em tevahî heval û gelê me yê ku li wir kom bûne silav dikin.

Li  ser vî esasî tevahiya rêhevalên me yên ku tevlî bexwedana Kobanê bûn û  şehîd ketin weke şehîd Kendal, Zinar û Rojîn bi ruh û tevlîbûna wan em şahiya ku tevahî gelê me yê li Pirsûsê  pêk tînin silav dikin û em soz didin ku  em ê bibin şopdarên wan hevalan û tevahiya hevalên ku li herêma Kobanê şehîd ketine û bûne şopdarên felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Em serketinê ji hemû gel û hevalên xwe re dixwazin.”

Güncelleme Tarihi: 17 Mart 2015, 19:16
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER