Li Pendîkê buroya hilbijartinê ya HDP'ê li êrîşê rast hat

Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa Çamliçeşme ya Pendîkê, li êrîşeke bi molotof kokteylan rast hat.

Li Pendîkê buroya hilbijartinê ya HDP'ê li êrîşê rast hat
Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa Çamliçeşme ya Pendîkê, li êrîşeke bi molotof kokteylan rast hat. Hat ragihandin ku kes an jî kesên nasname nediyar duh bi şev molotof kokteyl avêtine buroya hilbijartinê ya HDP'ê. Şewata li buroyê derket, ji aliyê şêniyên taxê û HDP'yiyên bi êrîşê hesiyan ve hat vemirandin.


Piştî êrîşê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Rêveberên HDP'yî dan xuyakirin ku êrîşeke organîzeyî ye û anîn ziman ku li kolana buro lê ye ev 10 roj in lambe vênakeve û ji bo çareserkirina vê, hemû hewldanên wan bê encam mane.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Pendîkê wê bi armanca protestokirina êrîşa li dijî buroyê, daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Güncelleme Tarihi: 24 Mayıs 2015, 19:29
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER