Li Şengalê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di çarçoveya berxwedana Şengalê de di 22’ê Gulanê de li derdora Taxa Hey Nasir hêzên HPG û YBŞ’ê li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Di çalakiyên Şengalê bi giştî 4 çete hatin kuştin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “22’ê Gulanê saet 16.30 û 17.30’î li derdora Taxa Hey Nasir ji aliyê gerîlayên me ve li hember çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

23’ê Gulanê saet 10.30’î li navenda Şengalê li hember wesayîteke çeteyan ji aliyê hêzên me yên berxwedanê bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di wesayîta hatiye derbkirin çeteyek birîndar bûye.

24’ê Gulanê îro saet 09.00’an li derdora Girê Şehîd Erdal gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîne. Di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. Dîsa heman saetan li Taxa Hey Nasir jî di çalakiyeke hatiye lidarxistin çeteyek hat kuştin.”

Güncelleme Tarihi: 24 Mayıs 2015, 19:28
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER